Nuqteyên giring
- Lîderên li Brazîlê ji bo germahîya global gotûbêj bikin li Brazîlê hatin cem hev
- Neteweyên Yekbûyî pêşkêşîya civînê dike û 140 dewlet beşdar dibin
- Raporeke dawî nîşan dide, êdî ne mimkûne germahîya avhewayê di bin 1.5 pîleyî de bê girtin
- Bi armanca pêşîgirtina germahîya avhewayê, heta sala 2035an 1.3 trîlyon dolar pere lazim e.
Civîna Neteweyên Yekbûyî ya avhewayê di 6 û 7ê çirîya paşîn li Brazîlê tê lidarxistin. 140 welat di tevlî vê civînê bûn ku li bajarê Belemê dest pê kir, Ji ber dijberîya Trump a di meseleya parastina avhewayê de Amerîka tevlî civînê nebû.
Bajarê Belemê ya li herêma Amazonê ji vê civînê re malovanîyê dike. Belem bi nifûsa xwe ya 1.4 milyonî yek ji du bajarên li Daristanên Amazonê ye. Piranîya niştecîyên wê li taxên xizan ên wekî “favela” tên pênasekirin, dijîn. Loma jî NY ji bo civîna xwe bajarê Belemê tercîh kir.
Şekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres di bernameyê de axaftinekê li ser guherîna avhewayê kir. Guterres got,” Em di warê germahîyê di bin 1.5 pîleyê de bihêlin de, têk çûn.” Şefê rêxistina navneteweyî vê rewşê wekî “têkçûneke ehlaqî û îhmaleke hilweşîner” pênase kir.
1.3 trîlyon dolar mesref lazime
NY kurtemdemek berê ragihandibû, êdî ne mimkûne hedefa 1.5 pîleyî bê pêkanîn. Rêxistin dîyar kiribû, eger tedbîr neyên girtin wê asta karesatê hîn bêtir mezin bibe. Bi armanca pêşîgirtina germahîya avhewayê, heta sala 2035an 1.3 trîlyon dolar pere lazim e. Ev fona mezin ji bo welatên xizan tedbîran bigirin wê bên bikaranîn. Lêbelê gelek dewletên halxweş ji bo amadekirina vê fonê gav navêjin. Kêmkirina bikaranîna sotemenîyên fosîl pêdivîyeke din e ku di çarçoveya tedbîran de tê rojevê. Mixabin, welatên petrol, gaz û komirê hildiberînin ne qayil in asta hilberîna xwe kêm bikin. Loma 10 sal piştî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya Parîsê, çare ji germahîya avhewayê re nehatîye dîtin.
Peymana Parîsê ya Avhewayê
Peymana têkoşîna li dijî guherîna avhewayê ya di 2015an de li Parîsê hatibû qebûlkirin. Nûnerên 175 dewletan vê peymanê îmze kiribûn. Li gorî peymanê, germahîya global wê di bin asta 2 pileyî de bihatana girtin. Bi heman peymanê, salane 100 milyar dolar ji bo welatên xizan hatibû terxankirin. Lêkolînên dawî nîşan didin, hemû tedbîrên peymanê bên girtin jî, wê germahîya avhewayê di dawîya vê sedsalê de bigihîje 2.5 pîleyî. Bi vê guherînê re, wê hişkesalî zêde bibe, çavkaniyên avê kêm bibin, bahoz û lehiyên har li hin aliyên cîhanê pêk werin.
Infowelat
Foto: Antonio Guterres dema axaftina xwe ya li Belemê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat