Xeza nêzîkî aştîya mayînde ye

Nuqteyên giring ên nûçeyê

  • 20 rehîneyên mayî yên di destên Hamasê de hatin berdan.

  • Îsraîl got, ew amadeye 2,000 girtîyên filistînê berde

  • Trumpê çû serdana Îsraîlê wê di Parlamentoya Îsraîlê Knessetê de biaxive.

  • 21 welat tevlî lûtkeya aştîyê ya Xezayê dibin ku li Misrê tê lidarxistin.

  • Testa ewil a ji bo bawerberîya peymana aştîyê, bi agirbesta ku di 10ê çirîya pêşîn de ket merîyetê, bi serfirazî bi dawî bû.

Peymana Aştîyê ya Xezayê bi berdana hemû rehîneyan gihîşt qonaxeke din.

Medyaya Îsraîlê ragihand, 20 rehîneyên mayî yên di destên Hamasê de hatine berdan.

Serokê Amerîkayê Trump ku wî plana aştîyê pêşkêşê alîyan kiribû, derbarê mijarê de axivî.

Trump got, “Ev rojeke giring e. Ev destpêkeke nû ye.”

Herwiha Trump ragihand, Hamas bêçekbûnê qebûl kirîye.

Lîderê Amerîkayê van gotinan di dema serdana xwe ya Îsraîlê de kirin.

Trump di çarçoveya serdanê de wê di Parlamentoya Îsraîlê Knessetê de axaftinekê bike.

Civîna aştîyê ya li Misrê

Li alîyekî din, bi malovanîya Misrê lûtkeya aştîyê ya Xezayê tê lidarxistin.

Lîderên 21 welatan tevlî vê civînê dibin ku li devera tûrîstîk Şarm El-Şêxê tê lidarxistin.

Donald Trumpê çû serdana Îsraîlê jî wê tevlî vê civînê bibe.

Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û Yekitîya Ereban di civînê de tên temsîlkirin.

Ji bilî hin welatên ewrûpî û ereb wê Kanada û Tirkîye di civînê de ciyê xwe bigirin.

Berîya civînê Misrê ragihand, “belgeya wê dawî li şerê li Şerîda Xezayê bîne” wê di civînê de bê îmzekirin.

Naveroka Peymana Aştîyê 

Testa ewil a ji bo bawerberîya peymana aştîyê bi agirbesta ku di 10ê çirîya pêşîn de ket merîyetê, bi serfirazî bi dawî bû.

Bi vê re jî, sewqîyata alîkarîya însanî ya ji bo Xezayê dawîya hefteyê hat zêdekirin.

Bi peymanê, Îsraîl di sê astan de ji Xezayê vedikişe û dawî li dagirkirê tîne.

Îsraîlê ragihand, wê gava ewil avêtî ye û qedemeyekê ji erdên Xezayê vekişîyaye.

Bi vê vekişînê, niha erdên di bin dagirkirina Îsraîlê de daketîye ji % 53yê Xezayê.

Hêzeke navneteweyî ya ji 200 leşkeran pêk tê bi rêya kordînasyona bi Amerîkayê re çavdêrîya vekişîna Îsraîlê dike.

 

Hêza çavdêr ji leşkerên Misir, Tirkîye, Qeter û Mîrektîya Ereb pêk tê.

Bêçekirina Hamasê û jinûveavakirina Xezayê du alîyên giring ên peymanê ne.

Bi peymanê dawî li serdestîya Hamasê tê anîn û komîteyeke ji teknokratên filistînî pêk tê karûbarê Xezayê dikin.

Komîte wê di bin di bin çavdêrîya “Desteya Aştîyê” ya ji alîyê Trump û serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair ve tê birêvebirin de kar bike.

Infowelat

Foto: Dîmeneke hilweşînê ya Xezayê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peyas bernameya FilmAmedê lidarxist

Şaredarîya Peyasê FilmAmed û 2’yemîn Festîvala Keda Jinan û Çandî lidarxist. Şaredariya Peyasê piştî navberek …