Kurdistan 30 hejmar li dûv xwe hişt

Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de jî bi Kantona Cenevê dewam dike. Agahîyên sereke yên li ser kurtedîrok, demografî, aborî û erkên vê kantona fransîaxêf mijarên vê dosyeyê ne.

Hejmara nû ya e-kovara Kurdistanê hat weşandin. Bi hejmara dawî Kurdistan 30 hejmar xwe li dûv xwe hişt.

Hişyarîya Murat Karayilan û Ahmet Karamûs a ji bo rêveberîya Tirkîyeyê, talana li Botanê û karesata xwezayê ya hatîye serê Gola Urmîyeyê nûçeyên beşa Kurdistanê ne.

Nûçeya beşa cîhanê derbarê Roja Neteweyî ya Katalan û kurtedîroka wê de ye.

Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmarê de jî bi Kantona Cenevê dewam dike. Agahîyên sereke yên li ser kurtedîrok, demografî, aborî û erkên vê kantona fransîaxêf mijarên vê dosyeyê ne.

Kurdistan berhemeke Infowelat e û ji 15 rojan carekê tê weşandin. E-kovar ji 10 rûpelan pêk tê.

Nivîsên e-kovarê

  • Nûnerên kurdan Tirkîyeyê hişyar kirin
  • Sendîkaya brîtanî piştgirîya kurdan dike
  • Hedefa kolonyalîzmê Botan e
  • Gola Urmîyeyê zîwa bû
  • Roja Neteweyî ya Katalan hat pîrozkirin
  • Konfederalîzma Swîsreyê: Kantona Cenevê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Şandeya Peyasê çû serdana navenda perwerdeya li Swêdê

Nûnerên Beledîyeya Peyasê ji bo vekolînên li ser modela perwerdeya kurdî çûn Swêdê.  Bi vê …