Amerîka û Ewrûpa peymana bazirganîyê îmze kirin

A.Rahman Çelîk

Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê peymana bazirganiyê îmze kirin.

Li gorî peymanê, di gelek qeleman de rêjeya baca gumrigê wekî ji sedî 15 hat qebûlkirin.

Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li pêyî rageşiya bi mehan, li ser bazirganiya gumrigê li hev kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Seroka Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyenê bajarê Turnberry tê Skotlandê peymanekê  îmze kirin.

Îmzekirina vê peymanê di têkîliyên bazirganiya herdu welatan de pêvajoyeke nû dide destpêkirin.

Lewre, serokê Amerîkayê Donald Trump vê peymanê wekî “peymaneke ji her peymanan mezintir” pênase kir.

Seroka Komisyonê Ursula von der Leyenê jî di der barê peymanê de got:

Bacên gumrigê % 15 ye

“Pêdivî bi vê peymanê hebû. Herweha me peymaneke baş îmze kir.”

Li gorî peymanê, sektora otomotîvê jî di nav de, bacên gelek qelemên gumrigê, wekî ji % 15 hat diyarkirin.

Bes vê rêjeyê ji bo pola û aleminyûmê nehat pejirandin.

Amerîkayê daxistina baca pola û aleminyûmê qebûl nekir.

Baca van herdu qeleman wekî rêjeya berê ya ji % 50 ya ku rêveberiya Donald Trumpê berê ev bac li ser Yekîtiya Ewrûpayê ferz kiribû hat hiştin.

Li pêyî peymanê, Donald Trump ragihand ku Ewrûpa wê bi nirxê 750 milyar dolar enerjiyê ji Amerîkayê bikire û tevî vê, bi 600 milyar dolaran razemeniyê wê li Amerîkayê bike.

Trump piştî ku hatibû ser kar, şerekî bazirganiyê li hemberî Yekîtiya Ewrûpayê û gelek welatên cîhanê dabû destpêkirin.

Tevî ku serokê Amerîkayê berevaniya Amerîkayê derdixe pêş, pêkanîna peymanê wekî serkeftineke Donald Trump tê ravekirin.

Yekîtiya Ewrûpayê jî ji ber sedema ku rêjeya ji sedî 30 daxistiye rêjeya ji sedî 15 wekî ku peymaneke baş îmze kirine derdixe pêş.

Foto: Ursula von der Leyen û Donald Trump 

Amerîka gefa şerê aborîyê li YEyê xwar

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …