Merasîma sembolîk a çekberdanê hat lidarxistin

30 gerîlayên HPGê bi merasîmekê çekên xwe îmha kirin.

Merasîma bi rojan raya giştî li bende bû, li devereke başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

Merasîma çekberdanê ya komeke gerîlayên HPGê hat lidarxistin.

Bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk 15 jê jin 15 jî mêr, 30 gerîla çekên xwe îmha kirin.

Merasîma çekberdanê nêzîkî baregeheke gerîla ya li başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

Hejmareke zêde rojnamevan merasîmê şopandin û gelek kanalên televîzyonan weşanên zindî kirin.

Di nava Koma Aştî û Civaka Demokratîk de Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş hebûn.

Piştî daxuyanîya bi kurdî koma gerîla çekên xwe berdan û çek hatin şewitandin.

Bi dûv vê re gerîlayên kurd vegerîyan baregeka xwe ya li deverê.

Daxuyanîya çapemenîyê ya li çîyayên Kurdistanê

Daxuyanîya Koma Aştî û Civaka Demokratîk

“Ji bo gelê me û Raya Giştî;

Bi armanca ku pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk bi lezgînî pêşde biçe, Koma Aştî û Civaka Demokratîk hate avakirin.

Beriya her tiştî ji ber ku hûn şahidiya vê çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêzdarî we hemûyan silav dikin.

Li dijî êrişên bi armanca tinekirinê yên li hemberî hebûna gelê Kurd, demên cûda û ji herêmên cûda em komeke ji jin û mêrên Kurd me çek hilgirt û weke şervanên Azadiyê em beşdarî nava refên PKK’ê bûn.

Eger îro em li vir amade ne ev yek bersiva ji bo banga 19’ê Hezîrana 2025’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Dîsa hatina me a vir, li ser esasê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an û di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5 û 7 Gulana 2025’an de hat lidarxistin pêk tê.

Eger îro em li vir amada ne ev ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşaneya niyeta baş û biryardariyayê ye.

Ji niha û pê ve wê têkoşîna me a azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên huqûqî û siyaseta demokratik û li ser bingeha derkirina yasayên entegrasiyona demokratik dewam bike.

Ji bo ev armanc pêk were em îro di huzûra we de bi îradeya xwe a azad çekên xwe îmha dikin.

Ev gava em davêjin, di serî de jin û ciwan, li tevahiya gelê me, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pîroz be. Hêvî û bendewariya me ew e ku bibe wesîleya pêkanîna aştî û azadiyê.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de gotibû, “ ne bi çek, lê baweriya min bi hêza siyaset û aştiya civakî tê, banga min li we jî ew e ku hun li gorî vê rêgezê tevbigerin”.

Em bi dil û can tevlî  vê bangê dibin û ji ber ku em ê pêwîstiyên vê rêgezê bicih bînin em bexetewer in.

Em baş dizanin ku heta niha ti destketî bi hêsanî, bê berdêl û bê têkoşîn nehatine bidestxistin.

Berevajî, her serketineke me ya rojane bi dayîne berdêlên giran û bi saya têkoşîneke bêhempa hatin bidestxistin.

Em baş vê rastiyê dizanin, li ser vî esasî ji bo bidestxistina demokrasî û serketinên nû, ji dil em bi fikir û paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin.

Di heman demê de em bi hêza kolektîf a xwe û civaka hevriyên xwe jî bawer in.

Di vê pêvajoya heyî de, li cîhanê mêtingerî û zextên faşîzmê zêde dibin, herêma me Rojhilata Navîn vedughere gola xwînê.

Lewma ji bo aştî û azadiya gelê me, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi van gavên dîrokî heye.

Ji ber vê çendê em baş dizanin ku ev gavên dîrokî çendîn girîng in û pêwîste di zûtirîn demê de bêne biserxistin.

Hêviya me ew e ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, yanî hemû gel û mirovahî qîmeta gavên me ên aştî û demorasiyê bibînin, rast fêm bikin û rêzê nîşan bidin.

Divê hêzên herêmî û gerdûnî yên ji êşên gelê me berpirsiyar in, eşkere piştgiriyê bidin rewabûna mafên demokratîk û netewî yên gelê me.

Li ser vî esasî em bang li wan hêzan dikin ku bibin piştevanê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.

Di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, em bang li hemû gelan, hêzên sosyalîst û demokratîk, huqûqnas, hunermend û siyasetvanan dikin da ku rast vê gava me ya dîrokî fêm bikin û mil bi mil destekê bidin gelê me.

Dîsa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, banga me ji bo hêzên demokrasiyê û enternasyonalîzma sosyalîst ew e ku li ser asta gerdûnî bi awayekî çalak tevbigerin û têkoşînê bihêz bikin.

Banga me ji bo gelê Kurd û hêzên siyasî jî ev e;

Pêwîste ev pêvajoya dîrokî û banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo rast fêm bikin, li qadên perwerde, rêxistinî û çalakiyan erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk pêş bixin.

Zilim û mêtingerî wê bidawî bibin, azadî, piştevanî û hevgertin wê biserkevin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtatîk wê teqez biserkeve.

Infowelat

——————————————————-

Foto: Gerîlayên HPGê dema ji baregehên dadikevin qada merasîmê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …