Amerîka ji bo tarîfeyan hişyarî da

Amerîkayê îro wê bi nameyekê careke din welatên muxatabê tarîfeyan hişyar bike.

Eger heta 1ê tebaxê welatên din bi Amerîkayê re li hev nekin, wê bi tarîfeyên giran re rû bi rû bimînin.

Amerîkaya di bin rêveberîya Trump de li cîhanê polîtîkayên  zaptûreptê berdewam dike.

Bingeha vê polîtîkayê tarîfeyên bazirganîyê yên giran in.

Amerîkayê îro wê bi nameyekê careke din welatên muxatabê tarîfeyan hişyar bike.

Washington bi vê nameyê ji partnerên xwe yên bazirganîyê dixwaze, heta 1ê tebaxê bi wê re peyman mor bikin.

Eger heta wê demê welatên din bi Amerîkayê re li hev nekin, wê bi tarîfeyên giran re rû bi rû bimînin.

Sekreterê Xizneyê yê Amerîkayê Scott Bessent derbarê mijarê de daxuyanîyek wê daxuyanîyê da:

“Serok Trump wê name bişîne ji hin partnerên me yên bazirganîyê re û wê ji wan re bêje, eger hûn gav navêjin heta 1ê tebaxê, wê tarîfeyên wekî bûmerangê di 2yê tebaxê de li we veger in.”

Trump di nîsana 2025an de bacên giran ên Amerîkayê 90 roj betal kiribûn.

Dema hatîye ragihandin di 9ê tîrmehê de bi dawî dibe.

Rêjeya van tarîfeyan di navbera 10 ji % û 50 ji % de ne.

Amerîkayê heta niha di vê meseleyê de bi tenê bi Brîtanya û Vîetnamê re li hev kir.

YE di nava xetereyê de ye

Yekitîya Ewrûpayê ji ber asta hecma bilind a bazirganîyê ya bi Amerîkayê re, bi xetereya herî mezin re rû bi rû ye.

Baca 50 ji % ya Amerîkayê wê bandorê li berhemên Fransa, Almanya û endamên din ên yekitîyê bike.

Nirxê bazirganîya Amerîka-YEyê di sala 2024an de 1.7 trilyion euro bû.

Ev jî rojane dike bi qasî 4.6 milyar euro.

Rêveberîya YEyê hêvî dike, berîya tarîfeya giran têkeve merîyetê, bi Amerîkayê çareyekê bibîne.

Infowelat

—————————————————

Foto: Bendereke Amerîkayê 

Şerê bazirganîyê derket asteke bilind

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …