Şandeya Îmralîyê peyama Ocalan parve kir

Şandeya Îmralîyê ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinekê kir, daxuyanîyek da.

Di hevdîtinê de hat ragihandin, “Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe û divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne.”

Şandeya Îmraliyê ya ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol pêk tê duh bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Paşê, di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.

Naveroka daxuyanîyê

“Ji çapemenî û raya giştî re;

Weke şande me îro li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re bi qasî du saet û nîvan hevdîtineke berhemdar kir.

Tenduristî û moralê birêz Ocalan gelek baş bû. Di hevdîtinê de diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Wî anî ziman ku bi avêtina gavên nû re, di mijara bicşanîna pêwîstiyên pêvajoyê de berpirsyartî dikeve ser milê me tevan.

Ocalan got ku ew girîngiyeke mezin didehevdîtina ku wê endamên şandeya me bi birêz Serokkomar re li dar bixe. Wî diyar kir ku ev hevdîtineke dîrokî ye. Di heman demê de anî ziman ku komîsyona ku dê li parlamentoyê were avakirin jî wê ji hêla aştî û çareseriyê ve xwedî roleke ve girîng rabe.

Birêz Ocalan destnîşan kir ku ev pêvajo bi awayekî giştî wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bifêde be û di vê mijarê de me dît ku hêvî, bawerî û pêbaweriya wî gelek xurt e.

Di dema hevdîtinê de me bihîst ku li xaka Rêveberiya Herêma Kurdistanê çendek leşkerên ji ber gaza metanê jehrî bûn, jiyana xwe ji dest dane. Vê bûyerê hem birêz Ocalan hem jî me pir xemgîn kir. Bi vê wesîleyê em rehmetê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji malbat û xizmên wan re jî sersaxiyê dixwazin.”

Infowelat

——————————————————

Foto: Mîthat Sancar û Pervîn Buldan 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …