IDMC: Di 2024an de 83 milyon kes terka cîûwarê xwe kirin

Saziya Çavdêriya Jiciyûwarkirina Navxweyî IDMC’yê rapora 2025’an a koçberiyê belav kir.

Rapor dibêje hejmara kesên li nav welatên xwe ji ciyûwarên xwe hatine kirin, gihîştiye hejmareke rekor.

Tenê di sala 2024’an de 83 milyon û 4 sed hezar kes ji ber sedemên pevçûn û felaketên xwezayî terka ciyûwarên xwe kirine.

Saziya Çavdêriya Jiciyûwarkirina Navxweyî ya navneteweyî IDMCyê rapora 2025an a koçberiya naxweyî belav kir.

Rapor dibêje, di sala 2024an de li seranserê cîhanê 83 milyon û 4 sed hezar mirov, ji ber sedemên pevçûn û felaketên xwezayî, li nav welatên xwe ji ciyûwarên xwe hatine kirin.

Li gorî sala 2023an, hejmar ji sedî 10 zêde bûye û zêdetirî du qatên hejmara şeş sal berê bûye.

Hejmara kesên ji ber sedemên pevçûn û şîddetê 73,5 milyon derbas kiriye.

Qismekî mezin ê vê hejmarê welatiyên Afganistan, Sûriye û Yêmenê pêk tînin.

Nexşeya cîhanî ya kesên di nava welatên xwe de terka cîûwarê xwe kirine/Rapora IDMCê

Hin daneyên di raporê de wiha ne:

  • Buyerên şîddetê yên li Haîtî, Libnan, Myanmar û Ûkraynayê yên salên dawîn hejmarê bilind dike.
  • Ji 10 welatan serê her welatekî 3 milyon kes di sala 2024’an de ji ber sedemên pevçûn û şîdetê ji ciyûwarên xwe hatine kirin.
  • Li Sûdanê ya ku şerekî xedar ê navxweyî lê tê meşandin, vê hejmarê digihîje 11.6 milyonan.
  • Li Xezayê, heta dawiya sala 2024’an, hema hema temamê nifûsa herêmê, nêzî 2 milyonan kes ji ciyûwarên xwe hatine kirin.
  • Ji hejmara 83 milyon û 47 sedî, nêzî 10 milyonan kes ji ber sedemên felaketên xwezayî ji ciyûwarên xwe bûne.

Infowelat

————————————————-

Foto: Komeke kesên terka cîûwarê xwe dikin 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …