Rûsya li Gurcistanê bi ser ket

Mikheil Kavelashviliv duh piştî sondxwarinê bû serokê Gurcistanê.

Bi vû re jî, di dijberîya jeopolitik a di navbera welatên Rojava û Rûsyayê de Moskow bi ser ket.

Gurcistan bû xwedî serokekî alîgirê Rûsyayê.

Mikheil Kavelashviliv duh piştî sondxwarinê dest bi serokatîya vî welatî kir.

Bi vû re jî, di dijberîya jeopolitik a di navbera welatên Rojava û Rûsyayê de Moskow bi ser ket.

Mikheil Kavelashviliyê polîtîkayên Amerîka û Rûsyayê bi giranî rexne dike, duh li ser Încîl û Destûra Bingehîn a Gurcistanê vê sondê xwar:

“Dîroka me bi eşkereyî nişan dide, piştî gelek şerên ji bo parastina welat û kelepûra me, aştî herdem bûye armanc û nirxa sereke ya gele gurcî.”

Tevî merasîma sondxwarinê jî prosteyên sivîl berdewam kirin û seroka bere Salome Zourabichvili  serokatîya Kavelashviliyê red kir.

Zourabichvili ji alîgîrên xwe yên li dora qesra serokatîyê re axivî û got “seroka meşru ez im.”

Hilbijartinên çirîya pêşîn

Hilbijartinên serokatîyê yên Gurcistanê di meha çirîya pêşîn (cotmeh) de hatibûn lidarxistin.

Partîya Xewna Gurcistanê ku alîrê Rûsyayê ye ji % 54ê dengan girtibû û careke din bûbû xwedî mafê damezrandina hikumetê.

Koalîsyona ku ji partîyên pişta Ewrûpayê digirin pêk tê, ji % 37.5ê dengan girtibû.

Koalîsyon encamên hilbijartinê red kiribûn û dest bi protestoyên girseyî kiribûn.

Gelek protestokar hatibûn girtin û Amerîka û Brîtanya bi vê hincetê li hemberê rêveberên payebilind ûn Gurcistanê ambargo ragihandibûn.

Infowelat

————————————–

Foto: Serokê nû yê Gurcistanê Mikheil Kavelashviliv

Gurcistan zêdetir dûrî Ewrûpayê dibe

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Cegerxwîn li gundê xwe Hesarê hat bi bîr anîn

Di salvegera wefata helbestvanê nemir Cegerxwîn de, Komeleya Wêjekarên Kurd û Sozder (Komeleya Lêkolînên Çand, …