Kurdistan herêma herî xizan a Tirkîyeyê ye

Di nexşeya Îstatîstîkên Parvekirina Dahatê-2024an de Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg (TRB2) bû herêma herî li paş.

Dahata serê malekê ya li vê herêma herî xizan 91.818 TL ye.

Bakurê Kurdistanê herêma herî xizan a bi ser Tirkîyeyê ve ye.

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUIK) careke din bi îstatîstîkên xwe vê rastîyê nîşan da.

TUIK di Îstatîstîkên Parvekirina Dahatê ya 2024an de cî da rewşa herêman jî.

Li gorî vê, herêma Stenbolû (TR10 ) bi 257,891 TLyî bû herêma herî li pêş a Tirkîyeyê.

Enqere û Trakya (Tekirdag, Edirne, Kirklareli) bû du herêmên din ku Stenbolê şopandin.

Bakurê Kurdistanê

Di nexşeya Îstatîstîkên Parvekirina Dahatê-2024an de Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg (TRB2) bû herêma herî paş.

Dahata serê malekê ya li vê herêma herî xizan 91.818 TL ye.

Ji nexşeyê diyar dibe, dahata serê her malê ya li piranîya bakurê Kurdistanê di navbera 40.000-110.000 de ye.

Îstatîstîk bi zelalî nîşan didin, li hemberê bakurê Kurdistanê polîtîkayeke aborîyê ya kolonyalîst tê meşandin ev jî gelê kurd dike civaka herî xizan a li Tirkîyeyê.

Infowelat

——————————————–

Foto: Nexşeya Îstatîstîkên Parvekirina Dahatê ya 2024an/TUIK

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …