Jimmy Carter di 100 salîya xwe de mir

Sîyaseta Amerîkayê ku bi skandala Watergate serûbin bûbû, bi hatine Carter re ket demeke aramî û îstikrarê.

Carter li hember van meseleyan polîtîkayeke bi îstikrar meşand û di alozîyan de piranî xeteke aştîxwaz tercî kir.

Komîteya Nobelê ya Norwêcê ji ber hewldanên wî yên ji bo pêkanîna aştîyê di 2002an de Xelata Aştîyê da Jimmy Carter.

Serokê bere yê Amerîkayê Jimmy Carter di 100 salîya xwe de mir.

Carterê di 1977an de hatibû ser kar, di demên dijwar de serokatîyê kir.

Sîyaseta Amerîkayê ku bi skandala Watergate serûbin bûbû, bi hatine Carter re ket demeke aramî û îstikrarê.

Berîya Carter, Richard Nixon li ser kar bû û bandora bi Şerê Vîetnamê welêt li nava hev ketibû.

Lêbelê rêveberîya Carter jî rastî problema enerjîyê, krîza Şoreşa Îranê, dagirkirina Afganistanê ya ji alîyê Yekitîya Sovyetê ve û hin meseleyên din hat.

Carter li hember van meseleyan polîtîkayeke bi îstikrar meşand û di alozîyan de piranî xeteke aştîxwaz tercî kir.

Hin gavên giring ên di dema Carter de hatin avêtin ev bûn:

  • Misir û Îsraîl bi navbeynkarîya Carter di 1978an de li hev hatin. Lîderên her du welatan li Amerîkayê peymana aştîyê imze kirin.
  • Amerîka di 1979an de dawî li politikaya xwe ya nenaskirinê anî û di 1979an de Çînê nas kir.
  • Bi peymanekê Kanala Panamayê li Panamayê hat vegerandin.

Komîteya Nobelê ya Norwêcê ji ber hewldanên wî yên ji bo pêkanîna aştîyê di 2002an de Xelata Aştîyê da Jimmy Carter.

Infowelat

——————————————-

Foto: Jimmy Carter/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …