Di 26ê kanûna paşîn a 1788’an de Brîtanya koloniya xwe ya ewil a li vî welatê mezin ava kir.
Sebeba vê wargehê pêdiviya erdeke ji bo bicîkirina girtiyan bû.
Îro, roja destpêka mêtingeriya Brîtanyayê ya li Awustralya ye.
Di 26ê kanûna paşîn a 1788’an de Brîtanya koloniya xwe ya ewil a li vî welatê mezin ava kir.
Sebeba vê wargehê pêdiviya erdeke ji bo bicîkirina girtiyan bû.
Brîtanya piştî şerê serxwebûnê, ji Amerîkayê vekişiyabû û li ciyekî ji bo sirgûn û girtiyan digeriya.
Awustralya di 1770’an de ji aliyê James Cookê li Brîtanyayê re dixebitî, hatibû kişfkirin.
Paşê, Brîtanya bi mebesta damezrandina koloniyekê, 9 keştiyên 850 girtî tê de bûn şand vî welatî.
Keştiyên girtiyan tevî 2 keştiyên şer gihîştin rojhilatê Awustralya û nêzîkî bajarê Sydneya îro wargehekê ava kirin.
Koloniya li ber Okyanûsa Pasîfîkê di salên ewil de bi qanûnên jidandî yên leşkerî hat birêvebirin.
Di 1792’an de nişteciyên brîtanî dest bi koça ber bi vê koloniyê kirin û ev jî bû bingeha kolonîzekirina hemû Awustralyayê.
Marjînalkirina aborîcînan
Rêvebiriya britanî bi desteka mîlîsên çekdar ên welatiyan, ji 1794an û şûn ve dest bi komkujiyên aborîcînan kirin.
Saleke bi dûv vê demê, mafê brîtaniyan ê wekî “welatiyên azad” hat naskirin.
Lê di heman maf ji bo nişteciyên ewil ên aborîcînan nehat naskirin.
Rêvebiriya britanî bi desteka mîlîsên çekdar ên welatiyan, ji 1794an û şûn ve dest bi komkujiyên aborîcînan kirin.
Di nava demê de nifûsa aborîcînan kêm bû, vî gelê esil hat marjînalkirin û Awustralya bû welatekî nişteciyên brîtanî û ewrûpî.
Infowelat
——————————-