Her ziman dîtineke yekta ya cîhanê ye

Hîndîstan bi cihêrengiya xwe ya zengîn tê naskirin lê welat heta niha nebûye xwedî tomareke tam a zimanên xwe. Lêkolîna Ziman a Gel a Hîndîstanê (PLSI) ya xwedî îdîa ye ku projeyeke ku bi armanca tomarkirina her zimanê zindî yê li welat di 2010’an de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Tîmeke di ser 3000 kesî ya ji akademîsyen, cotkar, nivîskar, mamoste, zimanzan, koçer û aktîvîstan pêk dihat a ku ji aliyê zimanzanê 63 salî û xwediyê xelata rûmetê ya Linguapax a UNESCO’yê ya 2011’an Devy Ganeş ve dihat birêvebirin, nexşeya zimanî (lîngustîk) ya Hîndîstanê derxist holê. Hejmara derket holê tiştekî metelmayî bû ku ji 780 zimanên ji hev cuda pêk dihat. Tiştê ku PILS’ê dike yekta, zimanên ku ji aliyê ji 10,000’î kêmtir kesan tê axaftin û lewma jî di serjimarên hikumetê de cî nagirin, derdixe holê. Serjimara 2001’an 122 zimanan jimart.

Bi hevpeyvînekê Devy di derbarê encamên lêkolîna xwe de û çima cihêrengiya ziman di heman demê de dikare bibe sermayeya aboriyê axivî.

Livemint: Hûn rastî çend zimanên ku nehatibûn tomarkirin hatin?

Devy Ganeş: Me karîbû li ser 780 zimanan lêkolînê bikin lê li welat nêzîkî 850 ziman hene. Tiştê ku me kir, amadekirina bingehekê ye –lêkolîna yekemîn a zimanên zindî yên li Hîndîstana modern û serbixwe ye. Ji van 780’an, me gramer û ferhengên derdora 400 zimanî kom kir. Û em dikarin bêjin ku 100 an zêdetir ziman jî di wextekî derbasbûyî de hatibûn vekolînkirin. Li derdora 300 ji van zimanan ji aliyê kesekî li derveyî van civakan ku ziman bi kar bîne qet nehatibû vekolînkirin an tomarkirin. Lê em rastî zimanekî nû nehatine, ev ne kifş e. Kolomb dikaribû bifikire ku Amerîka kifş kiriye lê ji xwe Amerîka li wir bû. Ev, ji bo me eşkerekirin e, ne kifşeke.

PLSI li Arunaçal Pradeş rastî 90 zimanî hat ku cihêrengiya wê ya ziman hema hema du qat ji Assamê ku bi 55 zimanên xwe eyaleta duyemîn a herî zêde cihêrengiya ziman lê heye, zêdetire. Sebeba hebûna ewqas zimanî çi ye?

Ziman ji ber pênc faktoran pêk tên: pratîka xebatê, şer û mercên cografî, hêzên polîtîk û dîrok, dûrmayina tesîra ji derve û rêxîstîna sosyal a civakê. Wekî mînak, di civaka we de endogamiyeke xurt hebe, wê demê ev yek dibe sebebeke mezin a ku ji bo belavnebûna zimanê wê.

Arunaçal xwedî dîrokeke dirêj a hêzên polîtîk ên ne bi rêk û pêk in û hem cografya hem jî polîtîka civakên li wir îzole û parçe kirine. Rêxistîna wan a sosyal a hundir nahêle ziman bên parvekirin ku ev jî dike ku gelek ziman derkevin holê. Li Nagalandê jî ku civakên li wir ji bo parvekirina zimanên xwe yên dayikê bi civakên din re ne dilxwazin û lewma jî zimanê naga divê ji bo sebebên fonksiyonel bê dîzaynkirin. Naga, zimanê pan-Nagaland e lê ti kesekî li Nagalandê wê nebêje ev zimanên wan e. Ev jî wekî rewşa îngiliziya li Hîndîstanê ye, ji ber ku hemû hîndîstanî li hev nakin ku zimanekî hîndî wekî zimanê neteweyî parve bikin. Bersiva ji bo pirsa Arunaçalê wekî bersiva vê pirsê ye: “Çima li Hîndîstanê ewqas ziman hene?”

hindistan

 

Çend ji van zimanan di bin xetereya jiholêrabûnê de ne?

Di dîtina dema dirêj de xetere çi ye? Hebûna hejmareke pir kêm axêveran île ji bo zimanekî ne xetere ye. Pir kêm xebatkarên sanskrît hene lê dombûna hebûna wê ne bi guman e. Latîn zimanekî bihêz ê dewletê bû lê mir. Çîma? Ji ber zimanên axaftinê an zimanên hindikayiyan. Di latînî de peyva zimanê axaftinê xwedî wateya bıçûkxistinê bû. Ew ji peyva “verna” ku di wateya “kole” de bû, dihat. Hîn jî van zimanan zimanê bihêz ê dewletê têk dibin. Lewma di dema dirêj de, ne mimkûne ku zimanên eşîran bigihîjin kannada an hîndî. Her zimanê bihêz demekê ji aliyê hejmareke pir biçûk a kesan ve hatiye axaftin.

Kapasîteya xwezayi ya Hîndîstanê heye ku bi zimanên mega re serî derxe – Hîndîstan li hember sanskrîtî vêya kiriye, li hember farisî vêya kiriye û bêyî ku cihêrengiya xwe winda bike, li hember îngîlîzî vêya kiriye. Divê em hebûna ewqas zêde zimanî ya li vî welatî pîroz bikin. Dema em guherendina polîtîkaya hikumetê ya neeşkerekirina zimanên ku ji aliyê ji 10,000’î kêmtir kesan ve tê axaftin li ber çav bigirin, cihêrengiya me ya ziman dikare geş bibe. Dibe ku serfiraziyeke vê lêkolînê ev be ku ji bo eşkerekirina zimanên ku ji 1971’an heta niha tên veşartin, li ser hikumetê zextê bike.

Çima serjimar zimanên ku ji 10,000’î kêmtir kes diaxivin nasnake?

Ev biryarek bû ku piştî ku şerê Bangladeşê li ser ziman derket, di 1972’an de hat girtin. Hikumet fikirî ku eger hebûna gelek zimanî qebûl bike, wê Hîndîstan parçe bibe. Tiştê ku berê min da ziman ev bû. Di 1980’an de, ewîlî min nakokiya di navbera hejmara zimanan a Serjimara 1961’an ku 1,652 ziman jimartibû û Serjimara 1971’an ku 182 ziman jimartibû de dît. Di 1996’an de êdî min biryara xwe dabû ku ji karê xwe yê profesoriyê ya li Zanîngeha Barodayê îstifa bikim û li navenda Bhasha ya li gundekî eşîrekî ya nêzîkî Vadodarayê dest bi kar bikim. Di 13 salên hat de ez lı ser ziman xebitîm  û min toreke mezin a dost û hevalên min ê xebatê ya ji nava gel pêşxist. Do 2010’an de li Bhashayê konferanseke ziman hat li dar xistin. 320 nûnerên zimanan beşdarî konferansê bûn û em hemû kes pêdiviya meşandina lêkolîneke zimanî qebûl kir.

Lêkolîna me ji aliyê kesên ji eyalatan û ji civakan hatin, hat meşandin. Ji bo wan, rêwîtî ber bi dîroka wan de bû. Bhil alîkariyê kirin, ralt û tulu alîkariyê kirin. Û em bûn xwediyê kolektîveke edîtoryal a neteweyî ku bi armanca bingeheke akademîk ji xebata me re ava bike agahiyan miqayese kirin, di ber çav re derbas kirin, nirxandin û bi herkesê ku xebatê qadê dimeşandin re têkiliyan meşandin.

Hûn ziman û zarvayan çawa ji hev vediqetînin?

Em fikra ku dibêje zimanekî bê alfabe zaravayek e, didin aliyekî. Piraniya zimanên cîhanê ne xwedî alfabeya xwe ne. Li cîhanê li derdora 6,000 ziman hene lê hejmara alfabeyan ji 300’î ne zêdetir e. Îngilîzî ne xwedî alfabeya xwe ye, ew, alfabeya latînî bi kar tîne.

Zimanekî xwerû divê xwedî gramera xwe be, divê rêgezên bikaranîna wê ji nava wê derkeve. Krîtereke din jî ev e ku divê ji % 70’yê xizna peyvan a zimanekî yekta be. Me bi awayekî kîtekît xizneya peyvan tomar kir û di heman demê de stran û çîrokên ziman jî berhev kirin.

Her ziman dîtineke yekta ya cîhanê ye. Ew, xeyalkirin û tevger e ku bîra axêverên wê nîşan didin û lewma, wekî mînak, di zimanên hîmalayî de ji bo berfê 130 peyv hene.

Ji bilî aliyê çandî, çima cihêrengiya ziman tê xwestin?

Îro ziman li seranserê cîhanê bûye sermayeya aboriyê. Materyalê bingehîn ê teknolojiya pêşerojê –kompîtur, teknolojiya mobîl- ziman e. Wê di demeke ne pir dûr de hebûna pir zimanan wekî sermayeya aboriyê ya mezin, bê hesibandin.

Zimanê kompîturê li ser jihevcûdakirina di navbera 0 û 1’ê hatiye damezrandin. 0 tunebûn e û 1 hebûn e. Ev famkirin, ji sîstema yewnan hatiye girtin. Di sanskrîtî de peyveke me ya kha ku tê wateya valahiyê û an sifir her tiştî digire nav xwe ku tê wateya wê ya ciyekî ku tişt jê dizên û dimirin. Ji bo sifirê peyva shunya jî heye ku xwedî wateya ciyekî ku hundirê wê vala ye. Peyveke sêyemîn purna ya xwedî wateya sifirê heye ku tişt di hundirê wê de ne lê ew ne dizên û ne jî dimirin. Tekabûlê van her sêyan, sê dîtinên 1’ê hene. Bifikirin ku me vê xist nava teknolojiya kompîturê, wê demê wê çawa bibe?

Lêkolîn, dema zarok di dibistana seretayî de bi zimanên xwe tên perwerdekirin, korelasyoneke xurt a di navbera şarezahiyên îdrakî yên pêşketî yên zarokan de nîşan dide…

Eger hûn zarokekî bi zimanê ku li malê bi kar tîne perwerde nekin, wê demê ji tiştê hûn bi zarok dikin re “aphasia” tê gotin ku xwedî wateya jêkirina zimanê zarok e. Çawa em bi zimanên zarokên biçûk wan perwerde dikin? Ez vê nizanim. Lê me tew dernexistiye holê ku bi armanca dayina perwerdeya seretayî pêdiviya me bi kîjan cûre sazî û kîjan cûre sîstemê heye. Eger di destê me de zadên me hebe lê embarên me kêm bin, em dikarin wan bavêjin okyanûsê? An jî bi armanca parastin û bikaranîna wan gelo divê em li rê û sîstemên afirînerî bigerin? Divê em li ziman wekî handîkapa li pêşiya pêşketinê nenêrin lê divê wekî hebûneke aborîyê binêrin.

——–

Hevpeyvîn di 17.08.2013’an de rojnameya www.livemint.com a Hîndîstanê de hatiye weşandin û ji îngîlîzî hatiye wergerandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …