Serokwezîra Swêdê Anderson îstifa kir

Siyaseta Swêdê piştî hilbijartinên dawî serûbin dibe

Serkeftina bloqa rastgir û rastaradîkal hêviya hukumeta Sosyal Demokrat ji holê rakir

Piştî vê encamê serokwezîra Swêdê Magdalena Anderson îstifa kir

Li Swêdê hilbijartina roja yekşemê, derî li demeke dirêj a dîrokê girt.

Bloqa partiyên rast û rasta radîkal di hilbijijartinê de bi ser ketin û di parlemenê de bûn piranî.

Partiyên vê bloqê bûn xwediyê ji 349 kursiyên parlemenê bûn xwediyê 176′ kursiyan.

Bi vê encamê, piştî demeke dirêj partiyên rastgir bûn xwediyê derfetê avakirina hukumetê.

Serfiraziya bloqa rastgir di nava siyaseta Swêdê de bû sebeba erdhejekê û hukumeta heyî hilweşand.

Serokwezîra Sosyal Demokrat Magdalena Anderson encamên hilbijartinê qebûl kir û îstifaya xwe ragihand.

Digel ku bloqa rastgir wê bikaribe erka siyasî bi dest bixe jî, ji ber ferqa biçûk a di navbera du bloqan de hukumeta bê avakirin wê ne di nava ewlehiyê de be.

Îhtîmala hukumeteke rastgir

Lêbelê digel ku bloqa rastgir wê bikaribe erka siyasî bi dest bixe jî, hukumeta bê avakirin wê ne di nava ewlehiyê de be.

Ji ber ku ferqa di navbera hejmara kursiyên bloqa rastgir û ya sosyal demokrat û çepgiran bi tenê 3 ye.

Ev jî tê vê wateyê, hukumeta bê avakirin dikare di krîzeke muhtemel a siyasî de hilweşe.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …