Japonya û Îsraîl peymana leşkerî îmze kirin

Japonya û Îsraîl peymana hevkariya leşkerî îmze kirin

Her du welat bi vê gavê ciyê xwe yê di nava projeya Pasîfîkê ya Amerîkayê xurtir dikin

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Yasukazu Hamada û hevkarê wî yê Îsraîlê Benny Gantz, li Tokyoyê hatin cem hev.

Herdu wezîran daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û xebera peymana hevkariya parastinê ragihandin.

Gantz di axaftina xwe de got: “Em deriyan li hevkariya parastina xwezayê, parvekirina enformasyonê ya leşkerî û hewildanên endustriyel re vedikin.”

Pê re jî got: “Ev faalîyetên ku wê parastina herdu welatan xurt bike, wê tevkariyê bide aştiya cîhanê û ya herêma me.”

Projeya Pasîfîkê

Japonya Çîn, Rûsya û Koreya Bakur li beramberî xwe wekî tehdîtekê dibîne.

Lewma jî, xwe nêzîkî projeya Amerîkayê ya ji bo  Okyanûsa Pasîfîkê dike.

Japonya di vê projeyê de ciyekî girîng digire û bi rengekî periyodîk bi Amerîkayê re tetbîqatên leşkerî li dar dixe.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 6. a LEWergerê hat weşandin

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin. Kovar 64 rûpel in û tê …