Li Fasê şovenîzma erebiya klasîk

Erebiya klasîk zimanê fermî yê piraniya dewletên ereban e. Ligel saziyên fermî, hemû saziyên din ên karên civakî dimeşînin vî zimanî bi kar tînin. Fas jî yek ji van dewletan e ku zimanê wê yê fermî erebiya klasîk e. Lê wekî welatên din ên ereb, li vî welatî jî zaravayeke xwerû ya gel pê diaxive heye ku jê re darîja tê gotin. Alîgirên erebiya klasîk naxwazin vê zaravayê di perwerdeyê de bê bikaranîn û ji bo pêknehatina vê yekê dikevin nava hewldanan.

Wezareta Perwerdeyê ya Fasê îsal biryar girt ku di pirtûkên perwerdeya zarokan de çend gotinên bi zaravaya darîjayê jî bi kar bîne. Ev biryar bû sebeb ku di medyaya civakî de şovenîstên erebiya klasîk kampanyayeke reşkirinê bidin destpêkirin. Alîgirên erebiya klasîk pirtûkeke ji bo perwerdeya bi erebî ya li Îsraîlê hatibû nivîsandin wekî ku wezaretê nivîsandiye dan nîşandan û çend wêneyên ji vê pirtûkê ku civakê provoke dike weşandin.

 

Êrîşa şovenîstên erebiya klasîk ku bi riya fotomontajê hatibû kirin, ji aliyê wezareta perwerdeyê bi raya giştî re hat parvekirin. Paşê derket holê ku wêneyên hatibûn weşandin ji pirtûka amadekareke erebê Îsraîlê, bi mebesta pêşxistina haydarbûna ji perwerdeya cinsî hatiye amadekirin hatiye girtin. Wezîrê perwerdeyê Saîd Amzazî daxuyaniya bo çapemeniyê ya di 6’ê Îlonê de diyar kir ku di pirtûka ku 150 rûpel û 8000 pevyan pêk hatiye wan bi tenê 8 peyvan bi zaravaya darîjayê bikar anîne.

Ev mijar di qada siyasî de jî bû sebeba nîqaşê û partiyên siyasî yên welat biryara wezaretê ya bikaranîna hin peyvên darîja di pirtûkan de rexne kirin. Partiyên siyasî di wê baweriyê de ne ku vê biryarê qanûna bingehîn binpê dike. Partî didin zanîn ku Qanûna Bingehîn a Fasê bi tenê hebûna du zimanan ku ew jî erebiya klasîk û berberî (amazîg) ye, nas dike.

Zaravaya Darîja li Fasê ji aliyê piraniya civaka erebîaxêf tê bi kar anîn. Li her pênc bajarên herî mezin ên welat darîja zimanê ku herî zêde tê axaftin e. Ligel qada civakî, vê zaravayê di bernameyên şahiyê yên televîzyonê, sînema û reklaman de jî tê bikaranîn. Li gorî daneyên 1995’an axêverên vê zaravayê di ser 21 milyonî re de ne.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …