Konferansa neteweyî ya li rojava Belgeya Helwesta Hevpar ragihand.
Di belgeyê de ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza federalîzmê hat kirin.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê Belgeya Helwesta Hevpar eşkere kir.
Belge bi dengên hemû delegeyên konferansê hat erêkirin.
Biryarên di belgeyê de di bin sernivîsên “Qada Neteweyî ya Sûrîyeyê” û Qada Neteweyî ya Kurdan” de cî girtin.
Di belgeyê de ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaza federalîzmê hat kirin.
Qada Neteweyî ya Sûrîyeyê
- Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.
- Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û pîvana welatîbûna wekhev tevbigere.
- Sîstema Rêvebirinê (Hikumraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre meclîsên herêman.
- Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.
- Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeê nîşan bide.
- Dewletê li beramber ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.
- Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.
- Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.
- Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.
- Dabeşkirinên gerînedeyî (îdarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.
- Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.
- Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên Kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spî/Til Ebyed û Efrîn bi ewle vegerin malên xwe.
- Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.
- Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê eye.
- Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan.
Qada Neteweyî ya Kurdan
- Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.
- Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
- Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.
- Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.
- Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.
- Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.
- Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.
- 21’ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12’ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.
- Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.
- Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962’an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.
- Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.
Infowelat
————————————————-
Foto: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê/Infowelat