Meseleya bikaranîna kurdî ya di qada dîjîtalê de bû mijara bernameyekê. Konferansa bi navê “Di dîjîtalîzasyonê de bikaranîna zimanê Kurdî” 25 û 26ê nîsanê de li Almanyayê hat lidarxistin. Pêşengiya bernameyê Deutsch Kurdische Forum eV Dresdenê kir.
Meseleya bikaranîna kurdî ya di qada dîjîtalê de bû mijara bernameyekê.
Konferansa bi navê “Di dîjîtalîzasyonê de bikaranîna zimanê Kurdî” 25 û 26ê nîsanê de li Almanyayê hat lidarxistin.
Pêşengiya bernameyê Deutsch Kurdische Forum e.V Dresdenê kir. Sazîya Kulturampt a li bajarê Dresdenê malovanîyê ji vê bernameyê re kir.
Gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û dostên înternasyonalîst tevlî konferansê bûn.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî ya li Ewrûpayê Lezgîn Botan axaftina vekirinê kir. Di roja ewil a konferansê de li ser bikaranîna dîjîtal a kurdî nîqaş hatin kirin.
Pêşkêşîyên Michiel Leezenberg û Dr. Îbrahîm Seydo yên di roja ewil de balê kişandin ser xwe.
Di roja duyemîn a konferansê de Nûnerê Deutsch Kurdische Forum eV ê Dresdenê Yûnis Behram axivî.
Behram got, “Yekemîn car geşedanên ku yekîtiya Kurdan pêk tîne tê jiyîn.” Behram bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojava pêk hat.
Piştre Dr. David Klein, Dr. Zerdeşt Haco, Prof.C. Scholtz, Dr.Yadullah Hewramî li ser mijarê Kurdî axivîn.
Di axaftinan de girîngiya bikaranîna dîjîtal kurdî derket pêş.
Konferans bi pêşnîyazên ji bo bikaranîna kurdî ya di qada dîjîtal de bi dawî bû.

Derbarê Deutsch Kurdische Forum e.Vê de
Forûm heft sal berê li bajarê Dresdenê hat avakirin. Armancê forûmê xurtkirina dîyaloga alman û kurdan e. Parastina kurdî û edebîyata kurdî armanca sereke ya xebata forûmê ye.. Herwiha, forûm ji bo meseleya kurd li Almanyayê karê lobîyê dimeşîne.
Infowelat
————————————————-
Fotoyê sereke: Dîmenek beşdarên konferansa li Dresdenê/Deutsche Kurdische Forum e.V