A.Rahman Çelîk
Vanuatuyê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî doza guherîna avhewayê vekiribû.
Vê dozê li Den Haagê, li Seraya Aştiyê dest pê kir.
Li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, doza herî mezin a avhewayê dest pê kir.
Welatê giravê yê biçûk Vanuatuyê giliyê dewletên mezin ên ku avhewayê qirêj dikin, li dîwana edaletê kiribû û li dijî wan doz vekiribû.
Girîngiya dozê ev e ku Dîwana Edaletê wê ji bo welatên endamên Neteweyên Yekbûyî, di mijara guherîna avhewayê de, li ser berpirsiyariya wan a qanûnî çarçoveyeke hiqûqî dayîne.
Doza dest pê dike, li seranserê cîhanê jî deng veda.
Zêdetir ji sedî welatan û gelek saziyan ji bona beşdarî dozê bibin, bi awayê nivîskî daxwaz kirin.
Doza tê dîtin, di 80 salên Dîwana Edaletê de bo care yekem diqewime.
Di dîroka dîwana edaletê de, dozeke bi vê qasê berfireh nehatiye vekirin.
Di doza ku li Seraya Aştiyê da destpêkirin de, qasî du hefteyên pêş, wê li nûnerên welat û saziyên navneteweyî bên guhdarîkirin.
Guherîna avhewayê û Vanuatu
Vanuatu yek ji welatên herî zêde di bin tehdîda guherîna avhewayê de ne.
Girêdayî germahiya gerdunê, radeya deryayê di navbera 10 salên dawîn de, bi qasî 4.3 santîmetreyan bilind bûye û vê radeyê li Vanuatuyê hê bilindtir e.
Vanuatû dibêje, karbondîoksîda ku welatên dewlemend ên pêşketî berdidin hewayê dibe sedema guherîna avhewayê û berdêla vê guherînê em didin.
Vanuatû ê welatên wek wê yên biçûk ji ber sedema karbondîoksîda ku welatên dewlemend berdidin hewayê, di pêşerojê de, bi tunebûnê ve rû bi rû ne.
Eger di vê mijarê de tedbîr neyên ragirtin, Vanuatu jî di nav de, hin welatên biçûk ên giravan, di navbera 50 salên pêş de, wê di bin
Lewma jî doza hatiye vekirin, ji bo van welatan û pêşeroja cîhanê, wekî doza man û nemanê tê ravekirin.
Beriya 5 salan, komeke xwendekarên zanîngehê, ji bona balê bikişînin ser encamên neyînî yên guherîna avhewayê ketin nav tevgerê.
Paşê jî pêşniyar li hikûmeta welatê xwe kirin ku dozê bibin Dîwana Edaletê.