Ewrûpa sînorên navxwe ji bo kar vedike

Yekitiya Ewrûpayê prosedûrên ji bo xebata penaber û koçberan a li welatên endam hêsantir dike.

Plana ji bo destûra îkametê ya yek carê (single-permit) û ya dem dirêj di 20’ê mehê de hat rojeva Parlementoya Ewrûpayê.

Bi dengên wekîlên Parlementoyê, proseya gotûbêja her du planên Yekitiya Ewrûpayê dest pê kir.

Dosyeya ewil a hate rojeva Parlementoyê di derbarê destûra îkametê ya yek carê de ye.

Yekitiya Ewrûpayê destûrê dide, kesên bi awayekî legal li Ewrûpayê dijîn, dikarin  ji bo xebatê biçin welatekî din ê Yekitiya Ewrûpayê.

Penaberên xwedî mafê îkameta jî wê bikaribin vî mafî bi kar bînin.

Kesên serî li vî mafî bidin divê di navbera 3 mehan de bersivekê ji dewletê werbigirin.

Dosyeya din a hate ber destê Parlamentoyê li ser destûra îkametê ya dem dirêj de ye.

Destûra ji bo dema dirêj

Kesên 3 sal in li welatekî Yekitiya Ewrûpayê dijîn wê bikaribin ji bo li welatekî din xebatê bikin, serî li dewleta lê îkametê dikin bidin.

Ev dem niha li piraniya endamên Yekitiya Ewrûpayê 5 sal e.

Dewletê divê di navbera 60 rojan de bersivê bide kesê serî li vî mafî daye.

Eger ev maf bê qebûlkirin, kesên ji bo xebatê diçin welatekî din wê ji şertê întegrasyonê mûaf bibin.

Yek ji feydeya naskirina vî mafî jî derbarê dema îkameta li welatê nû yê xebatê ye.

Li welatekî din 24 meh

Kesên di vê rewşê de wê bê navber 24 meh bikaribin li welatê nû îkametê bikin.

Di rewşeke wiha de wê mafê wan ê îkametê ya li welatê yekemîn betal nebe.

Her du dosyeyên hatin rojeva Parlementoya Ewrpûpayê ji aliyê parlamenter Javier Moreno Sanchez (destûra îkametê ya yek carî) û Damian Boeselager (destûra îkametê ya dem dirêj) hate amadekirin.

Her du parlementerên ewrûpî di daxuyaniya xwe ya roja çarşemê de ragihandin, ew li bendê ne her pêşniyazqanûn beriya sala nû bê qebûlkirin.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Konferansa Parlamentoya Ewrûpayê ya li ser girtîyên siyasî

Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a …