Pirtûka “Kawayê Kurd” bi îtalyanî hat weşandin

 

 

Pirtûka bi navê “Kawaye kurd” ku ji aliyê dîrokzana fransewî Sandrine Alexie hatibû nivîsandin, li îtalyanî hat wergerandin. Wergera ji aliyê Laura Anania hat kirin û ji Weşanên Pentagora ve ya li Mîlanoyê hat weşandin.

Pirtûk bi sernivîsa “Koka gelekî hatiye înkarkirin” dest pê dike û tê de efsaneya Kawayê Hesinkar bi dirêjahî tê vegotin. Di pirtûkê de sê beşên bi navê “Çîroka Hemdem a Welatê Peyvên Wekî Kevir” li dûv hev cî digirin ku her sê beş jî xwedî sê sernivîsên cihê ne: Pirtûka Karen (I), Pirtûka Kawa (II) û Pirtûka Ferîdûn (III)

Pirtûka Kawayê kurd” bi hevkariya komeleya Verso il Kurdistan ku komeleyeke bi armanca peşxistina mafên mirovan li Tirkiyeyê û pêkanîna projeyên hevkarî û pêşketina lokal bi Kurdistana Bakur re dixebite, hatiye weşandin.

kawa kurd

 

Nivîskar û wergêra pirtûkê

Nivîskarê pirtûka bi fransî Sandrine Alexie pisporeke Serdema Navîn a Rojhilata Navîn û çanda kurdan e. Nivîskar, Hunera Îslamî û ziman û wêjeya kurdan xwendiye û niha nêzîkî Enstîtuya Kurd a Parîsê li pirtûkxaneyekê dixebite. Ji bilî vê berhemê, berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî (2003) û tevlî sê nivîskarên din berhema bi navê Aliyê Nakok a Kelepûrê (2008) yên Alexie hatine weşandin.

Wergêra pirtûkê Laura Anania ku li Îtalyayê mamostetiyê dike, ji bîst salan zêdetire bi hevkariya saziya Antrocom Onlus a antropolojiyê ya li Romayê, li ser Tirkiyeyê û çanda kurdan dixebite. Li ser mijarên cûrbercûr ên Anatoliya, kurd û Rojhilata Navîn hin gotarên wê hatine çapkirin.

Çavkanî: Pentagora.it/

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …