Weşanxaneya Peywend hat damezrandin

 

 

Ji aliyê komeke akademîsyen û lêkolînerên kurd ve, piştî amadekariyên dirêj, di Cotmehê de  Weşanxaneya Peywend hat damezrandin.

Weşanxaneyê di nivîsa ji bo armancên xwe amade kiribû de diyar kir ku ew ê di qadên wekî wêje, ziman, dîrok, felsefe, huner, antropolojî û teolojiyê de berhemên ji bo kurdan û ji paceya kurdan çap bikin. Di heman demê de hat ragihandin ku ew ê berhemên “meta-teoriyên ku ji bo mijarên li cîhana îro yên wekî modernbûyîn, kolonyalîzm û post-moderniyê terîf bikin hatine pêşxistin” analîz dikin, wê bên çapkirin.

Nivîs wiha bi dawî dibe: “Bi kurtahî Weşanxaneya Peywend ku dizane afirandina zimanekî ku yê kurdan e, bi tenê bi riya weşandina pirtûkên bi kurdî nekare pêk were, dixwaze ku ne tenê ji aliyê ziman ve ji weşangeriya kurd a ku bi zimanên serdest tê kirin lê dixwaze ji aliyê paradîgmayî û tematîk ve jî  veqete.”

Weşanxane di xebata xwe ya destpêkê de giranî da wêjeya kurd û çapa nû ya pirtûkên nivîskar Hesenê Metê yên bi navê Epîlog’, ‘Tofan’ û ‘Gotinên Gunehkar’ û pirtûkên nivîskar Helîm Yûsif ên bi navê Mirî Ranazin’, ‘Mêrê Avis’ û ‘Jinên Qatên Bilind’ kir.

‘Zimanek Çima Tê Qedexekirin’ a Cûma Çîçek û ‘Folklor û Roman’ a Remezan Alan jî ku her du jî lêkolîn bûn, ji aliyê weşanxaneyê hat weşandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …