Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir.
Zelensky piştî hevdîtinê ragihand, wî bi Macron re şandina leşkeran bo Ukraynayê gotûbêj kirîye.
Dîplomasîya li dora meseleya Ukraynayê bi bangên ji bo aştîyê re paralel zêde dibe.
Ukrayna dixwaze berîya hevdîtinên aştîyê pozisyona xwe xurtir bike.
Bi vê armancê jî hewl dide desteka ji welatên Rojava tê xurtir bike.
Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji bo vê mijarê bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir.
Zelensky piştî hevdîtinê ragihand, wî bi Macron re şandina leşkeran bo Ukraynayê gotûbêj kirîye.
Lêbelê Zelensky negot, ka leşkerên qala wan tê kirin wê ji bo şer an ji bo çavdêrîya aştîyê bên şandin.
Liderê ukraynî di daxuyanîya xwe de vê agahîyê da:
“Îro ez bi serokomarê Fransayê re axivîm. Axaftina me bi detay û dirêj bû. Me desteka ji bo parastinê –hin formen parastinê, alîkarîya çekan ji bo Ukraynayê- nîqaş kir.”
Macron û Tusk dixwazin leşker bişînin
Hêjayî gotinê ye, cara ewil Macron qala şandina leşkerên ewrûpî ya ji bo Ukraynayê kiribû.
Meha borî jî Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk qala îhtimala şandina hêzeke çavdêrîya aştîyê kiribû.
Donald Trumpê wê vê mehê li Qesra Spî rûnê, dixwaze di demeke kurt de dawî li şerê Ukrayna-Rûsyayê bine.
Hin welatên ewrûpî ji ber vê yekê ji bo xurtkirina piştevanîya Ukraynbayê dilezînin.
Armanc ev e, Ukrayna di muzakereyan de neçarî lihevkirineke dezavantaj neye kirin.
Infowelat
————————————————-
Foto: Volodimir Zelensky û Emanuel Macron/X