Beledîyeya Akdenîzê hat desteserkirin

Enqere qeyûm şand ser Beledîyeya Akdenîzê ya li Parêzgeha Mêrsînê.

Berîya qeyûm, hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin.

Piştî girtina şaredaran, DEM Partîyê tevlî alîgirên xwe li pêşîya Edlîyeya Mêrsînê dest bi çalakîyê kir.

Beledîyeyeke din a di destên kurdan de ji alîyê Tirkîyeyê ve hat desteserkirin.

Enqere qeyûm şand ser Beledîyeya Akdenîzê ya li Parêzgeha Mêrsînê.

Berîya qeyûm, hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan hatin girtin.

Hevşaredar di 10ê kanûna paşîn de di serdegirtina malen wan de hatibûn binçavkirin.

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin.

Wezaretê di daxunayî de got, 3 endamên meclîsê jî ji peywirê hatine dûrxistin.

Çalakîya protestoyî

Piştî girtina şaredaran, DEM Partîyê tevlî alîgirên xwe li pêşîya Edlîyeya Mêrsînê dest bi çalakîyê kir.

Parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca di çalakîyê de wiha axivî:

“Hevalên me bihêz in û mirûzê wan xweş e. Bi taybet jî ji Dayikên Aştiyê û ciwanan re silav şandin.”

Koca axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Hevalên me berxwedana xelkê Akdenîzê ya ku sê roj in li dijî operasyona kumpasê û hewldana tayînkirina qeyûman tê domandin, silav kirin. Her dirûşm û tililiyên we dibihîsin. Ev jî ji bo wan dibe moral. Heta ku ev kumpas bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin faşîzmê.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî wiha got:

“Di dosyayê de şahidên nepen hatine çêkirin. Karker negirtine şaredariyê lê dibêjin ‘we karker girtine.’ Heke tenê yek karker girtibin şaredariyê ez ê ji wekîltiyê îstîfa bikim. Hûn nikarin bi van îdiayên vala hevşaredarên me krîmînalîze bikin. Hûn nikarin bi şahidên nepen ên xeyalî encamê bigirin.”

Infowelat

Foto: Dimeneke ji çalakîya li Mêrsînê/ANF

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …