UNICEF: Mafên zarokan biparêzin

A.Rahman Çelîk

Fona Alîkariya Zarokan A Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek nû belav kir.

Di raporê de hat gotin, “Sala 2025 ji bo zarokan dikare bibe despêka serdemeke qeyranên nû.”

Fona Alîkariya Zarokan A Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser navê “Di 2025’an de Hêviyên ji bo Zarokan” raporek belav kir.

UNICEF di vê belgeye de pirgirêkên zarokan ên ji ber sedemên jeopolîtîk, aborî, jîngeh û guherîna avhewayê û teknolojîyê derxist pêş.

Raporê bal kişand ser pevçûnên dewam dikin û newekheviya her diçe zêde dibe.

UNICEF vê hişyarîyê da: “Sala 2025 ji bo zarokan dikare bibe destpêka serdemeke qeyranên nû.”

Raporê destnîşan kir, ji bo bandora qeyranan a li ser zarokan siviktir pêwîst e pergalên netewî werin xurtkirin.

Rapor dibêje şert û mercên jeopolîtîk her diçe jiyana zarokan dijwar dike û mafên wan tehdît dike.

473 mîlyon zarok li herêmên şer dijîn

Tenê di sala 2023’yan de ji 473 milyonan zêdetir zarok li herêmên pevçûnan dijiyan û vê hejmarê di sala 2025’an de her biçe wê zêdetir bibe.

Di salên 1990’î ji % 10ê zarokan di bin bandora pevçûnan de bûn.

Ev rêje niha derketîye derketîye du qatan.

Raporê wiha dewam kir:

“Di sala 2025an de şêwaza ku wê bê meşandin, wê bandorê li maf û halxweşiya zarokan ên li seranserê cîhanê bike.”

Raporê ji bo çareseriyê jî pêşniyaz kir, di sala 2025an de mafên zarokan bên parastin.

Fotoyû bergê: UNICEF

infowelat.com

Li vê jî binêre

Dewleteke nû li Pasîfîkê tê avakirin

Fransa û Kaledonyaya Nû ji bo statuya herêmê li hev kirin. Statu destûrê dide, Kaledonyaya …