Zarokistan li navçeyan jî têne vekirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin biryar da ku Zarokistan (jûrên lîstikê) ku ji bo pêşketina zîhnî û fîzîkî ya zarokan gelekî bi kêr in, li navçeyan jî veke.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi 13 Zarokistan û 1 krêşê xizmeta bi zimanê dayikê dimeşîne ji bo ev xebat li navçeyan jî bê kirin zendên xwe badan. Şaredariya me 15 şaredariyên navçeyan der barê Zarokistanan de agahdar kirin û got, heke hûn cih peyda bikin em ê alîkariya teknîkî bi we re bikin.

Midûrtiya Şaxa Karên Krêş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya me, ji bo zêdekirina Zarokistanan xebat dane destpêkirin û ji bo vê serdana şaredariyên navçeyan kir. Midûrtiya Şaxa Krêş û Zarokan, 15 şaredariyên navçeyan der barê Zarokistanan de agahdar kirin û got, ger şaredarî cih peyda bikin, ew ê hemû pêdiviyên pêwîst jê re terxan bikin. Midûrê Beşê Veysel Yildirim, der barê mijarê de daxuyand ku jûrên lîstikê bi navê Zarokistan 13 heb in û 1 jî krêşa me heye. Yildirim, aşkere kir ku wan daye ber xwe ku li her taxa Amedê û navçeyan zarokistanan vekin, ji bo vê serdana 15 navçeyan hatiye kirin û got, bi taybetî ew ê pêşîn li Erxenî, Farqîn û Bismilê zarokîstanan vekin.

Dê hejmarê zêde bikin

Yildirim bal kişand ku bi awayekî zanistî hatiye çespandin ka pewerdeya pêş dibistanê çendîn giring e û weha axivî: “Ji bo kes bi hebûna xwe bihese û xwe pêşve bibe perwredeya pêşdibistanê gelekî giring e. Şaredariya Bajarê Mezin jî pêşengiya vê yekê dike.” Yildirim, daxuyand ku demeke nêzik dê zarokistan bêhtir berbelav bibin û got, “Hêvîdar im li tevahiya herêmê berbelav bibe. Her kes giringiya perwredeya pêş dibistanê bizanibe. Û hemû şaredarî di vî warî de razemeniya pêwîst bikin.”

Her taxekê Zarokistanek

Yildirim anî ziman ku perwredeya pêş dibistanê razemeniyek e bo paşerojê û weha axivî: “Zekaya hestîyar û matematîkî di vê heyamê de ava dibe. Xebatên li Zarokistanê têne kirin divê tenê wek dersek û xebat neyêne dîtin. Heke em dibêjin serê her tiştî perwerde; nexwe berî dibistanê perwerde dest pê dike. Divê em bi vê hişmendiyê nêzî bibin. Bi taybetî em dixwazin li taxên kesên dezavantaj lê hene van zarokistanan ava bikin.”

Heta dawiya salê 20 heb têne vekirin

Yildirim daxuyand ku divê hemû barê avakirina Zarokistanan nexin ser milê şaredariya mezin û got, wek gelek mijaran Şaredariya Mezin di vî warî de jî pêşeng e. Yildirim aşkere kir ku ew dixwazin heta dawiya salê hejmara zarokistanan bikin 20 û got, her sala paştir ew dixwazin pileyê bilindtir bikin. Yildirim amaje pê kir ku krêşên li 450 Malan û Baxcilarê ne tenê ser astê herêmê her weha li ser astê Tirkiyeyê krêşên herî mezin in.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …