Zanîngehên Amerîkayê li hemberê midaxaleyên Donald Trump di ber xwe didin.
Zêdetirî 100 zanîngehan li dijî mudaxeleya saziyên perwerdehiyê bertek nîşan dan.
Li Amerîkayê zêdetirî 100 zanîngehan li dijî midaxeleya Donald Trump a saziyên perwerdehiyê bertek nîşan dan.
Zanîngehên Harvard, Yale, Princeton û Brown ên navdar jî di nav de, zêdetirî 100î rêveberên zanîngehan li dijî mudaxeleya siyasî ya rêveberiya Trump dengê xwe kirin yek û daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “wekî rêveberên zanîngehan em li dijî vê mudaxeleya hikûmetê ya ku azadiya perwerdehiya bilind a Amerîkayê tehdît dike, bi yek dengî diaxivin.”
Daxuyanî wiha dom kir:
“Em ji kontrolên rewa re vekirîne, bes em mudaxeleyên siyasî yên li jiyana xwendekar, akademisyen û xebatkaran bi tundî red dikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji dema hatiye ser kar zanîngehan dike hedef.
Trump ji bo êrişa xwe ya zanîngehan xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistînê, antîsemîtîzmê, bernameyên mafên nasnameya cinsî, cihêwazî û wekheviyê hincet nîşan dide.
Trump li ser van mijaran zanîngehan bi qutkirina fonan tehdît dike, zorê dide ku mufredat û rêveberiya xwe biguherînin.
Infowelat
——————————————–
Foto: Protestoyeke ji bo parastina zanîngehên Amerîkayê li hemberê Trump