A.Rahman Çelîk
Mirina Papa Francis xemgînî da cîhana katolîkan.
Lîderên gelek welatan û gelek kesên navdar peyamên sersaziyê par ve kirin.
Li pêyî mirina Papa Francis, meqamê lîdertiya Vatîkanê demekê wê vala bimîne.
Lîderê Dêra Katolîkan Papa Francis, li pêyî serdemeke nexweşiyê, doh berê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Lîderên gelek welatan û gelek kesên navdar peyamên sersaxîyê parve kirin.
Li pêyî mirina Papa Francis, meqamê lîdertiya Vatîkanê demekê wê vala bimîne.
Di Vê serdema ku wekî “sede vacante” yanî “meqamê vala” tê pênasekirin, Kardînalê Amerîkayî Kevin Farrell wê karên îdarî yên Vatîkanê bimeşîne.
Kardînalê herî kevin ê xwedî nasnavê Dekan Kardînal, Giovanni Battista Re jî ji bo papa were hilbijartin, wê hemû kardînalên li seranserê cîhanê vexwîne paytext Romaya Îtalyayê.
Eger rewşeke awarte rû nede, tê payîn ku papayê nû di navbera 15 û 20 rojan de were hilbijartin.
Merasîma cenazeyê
Serdema ji merasîma cenazeyê papayê heyî heta hilbijartina papayê nû bi qaîdeyên gelekî zexim tê îdarekirin.
Merasîma cenazeyê Papa tê payîn ku dawiya hefteyê, roja Şemiyê bê lidarxistin.
Ji ber sedema ku jiyaneke sade dipejirand, Merasîma cenazeyê Papa Francis li gorî papayên berê wê sadetir pêk were.
Papa Francis wesiyet kiriye ku li derveyî Vatîkanê bê veşartin.
Beriya were veşartin, cenazeyê Papa Francis ji bo serdanê, wê li Bazîlîkaya San Pietro ya li Vatîkanê bê nîşandayîn.
Cendekên papayên berê li ser katafalkekek bilind û bê tabût dihatin nîşandayîn, bes Papa Francis vê qaîdeyê ji bo xwe guhert.
Cendekê Papa Francis berevajî qaîdeyên berê, wê di nav tabûtekê de bê nîşandayîn.
Çawa Papa tê hilbijartin?
Mirina Papa Francis nîqaşên li ser bê “kî wê were şûna wî” jî da destpêkirin.
Piştî 9 rojên şûnkêşanê, Papa wê ji nav kardînalan ve ku di biniya 80 salî de ne were hilbijartin.
Hejmara kardînalên Dêra Katolîk 252 ne. .
Bes kardînalên di biniya 80 salî de û wê karibin deng bidin, tenê 135 kes in.
Ji bo papayê nû were hilbijartin, pêwîste namzet ji 3yan 2yê dengan werbigire.
Eger di navbera 13 rojan de kes neyê hilbijartin, dengdan wê di navbera 6 kesên herî zêde deng wergirtine de bê lidarxistin.
Foto: Cenazeyê Papa Francis û parazvanên Vatîkanê