Mezlûm Ebdî bi Wezîrên Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot civîya.
Civîn duh li bajarê Hewlerê hat lidarxistin.
Rojavayê Kurdistanê di warê dîplomasîyê de gavên balkêş davêje.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi Wezîrên Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot civîya.
Civîn di 23ê nîsanê de li paytexta Herêma Federal a Kurdistanê Hewlerê hat lidarxistin.
Berpirsa dîplomasîya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî tevlî vê civînê bû.
HSDyê li ser naveroka hevdîtinê îro vê daxuyanîyê da:
”Fermandarê Giştî yê hêzên me Mezlûm Ebdî li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê civînek bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re pêk anî. Wezîrê Fransî pesnê rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di têkoşîna li dijî terorê de da û behsa girîngiya pêşkêşkirina hemû cûreyên piştgiriyê ji bo wan kir da ku ew şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bidomînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî derbarê civînê de wiha axivî:
“Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin.”
Infowelat
————————————————-
Foto: Mezlûm Ebdî û Jean Noel Barrot