Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya.
Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demî ya Şamê beşdarî bernameyê bû.
Yekîtiya Ewrûpayê îro li Brukselê nehemîn konferansa Sûriyê li dar xist.
Konferans ji bo pereyan ji bo Sûriyê re berhev bike tê li darxistin.
Serokê rêveberiya demkî yê HTŞê Mûhemmed Colanî ji bo konferansê hat vexwendin.
Lê lîderê HTŞê di dewsa we de Wezîrê Karên Derve Hesen Şeybanî şand Brukselê.
Beşdariya Hesen Şeybanî rêveberiya Sûriyê di nav qada navneteweyî de rewa dike.
Şefa dîplomasiya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallasê beriya konferansê got balê kişand ser komkujîya li dijî elewiyan: “Dijwariyên mezin li pêşiya Sûriyê ne.”
Şefa dîplomasiyê pê re jî got: “Ji bo veguherînekê ku hemû komên Sûriyeyê hembêz bike, çi ji dest tê divê bê kirin.”
Yekîtiya Ewrûpayê bi saya vê konferansa dixwaze rola xwe ya li Sûriyeyê mezin bike.
Di 8. konferansa sala 2024an, 5 jê wekî hîbe û 2.5 kredî, 7.5 milyar euro hatibû berhevkirin.
Beriya konferansê, soza ewil a alîkariyê ji Almanyayê hat.
Wezîra Karên Derve Annalena Baerbockê diyar kir, wê 300 milyon euro bidin Sûriyeyê.
Infowelat
——————————————
Foto: Konferansa Sûrîyeyê ya li Konseya Ewrûpayê