Ewrûpa ji bo Sûrîyeyê 6 mîlyar euro berhev kir

A.Rahman Çelîk

Yekîtiya Ewrûpayê konferanseke ji bo xêrxwazîyê li dar xist.

Di konferansa Brukselê de ji bo Sûrîyeyê 5 milyar û 800 milyon euro hat berhevkirin.

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re, di 17yê adarê de li Brukselê 9. konferansa Sûriyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta demî ya Hesen Şeybanî di konferansê de Şamê temsîl kir.

Di encama konferansê de, Yekîtiya Ewrûpayê tevî hevparên xwe yên navneteweyî, alîkarîya 5 milyar û 800 milyon Euro dan Şamê.

Zêdetirî 40 welat û saziyên navneteweyî beşdarê bernameyê bûn.

Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye û hin welatên herêmê jî di civînê de hatin temsîlkirin.

Şefa dîplomasiya Yekîtiyê Ewrûpayê Kaja Kallasê soza alîkariyê di hesabê medyaya civakî de ragihand.

Ji vî pereyî 2 milyar û 500 milyon euro di salên 2025 û 2026an dikeve destên hikumeta HTŞê.

Sûrîyeyîyên li Tirkîye, Iraq, Libnan û Urdunê jî ji vî pereyî wê îstifade bikin.

Tevî alîkariya pereyan, tedbîrên li dijî Sûriyê jî wê bêne sistkirin.

Di vê konferansê de dihat payîn ku hîn zêdetir pere ji bo avakirina Sûriyê bên berhevkirin.

Tê gotin, komkujîyên dawî ên li Lazqîyê û wargehên din ên li berava Sûriyeyê bûye sebeb kêmtir pere bên berhevkirin.

Di konferansa par, 7 milyar û 5 sed milyon ewro alîkarî hatibû berhevkirin.

Çawa pere wê bê belavkirin?

Pereyê Bruksel dide çawa wê bê belavkirin hîna ne diyar e.

Tevî vê jî ji niha ve dîyar e, Yekîtiya Ewrûpayê pereyan rasterast nade rêveberiya demkî ya Mûhemmed Colanî.

Tê gotin ku alîkarî tenê wê bi destê saziyên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl bê belavkirin.

Beriya konferansê, soza ewil a alîkariyê ji Almanyayê hatibû.

Wezîra Karên Derve  Annalena Baerbockê gotibû, wê Almanya 300 milyon euro bide Sûriyeyê.

—————————————

Foto: Konferansa li ser Sûrîyeyê ya li Brukselê 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …