Trump û Putin ji bo Ukraynayê dicivin

A.Rahman Çelîk 

Lîderên Amerîka û Rûsyayê wê ji bo Ukraynayê hevdîtinekê bikin.

Donald Trump xebera hevdîtinê da û roja sêşemê destnîşan kir.

Wezîrên Karên derve yên herdu welatan jî li ser babetê bi rêya telefonê axivîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew plan dike bi Vladimir Pûtîn re hevdîtinê bike.

Trump derbarê mijarê de wiha bersiv da pirsên rojnamegeran:

“Gelek xebat hene. Roja Sêşemê di vê mijarê de hûn dikarin xeberekê bibihîsin.”

Hefteya borî Amerîka û Ukraynayê wan li ser plana agirbesta 30 rojan li hev kirine.

Dîplomasîya li ser Ukraynayê di rojeva wezaretên karên derve yên Rûsya û Amerîkayê de jî bû.

Wezîrên her du welatan li ser vê mijarê bi telefonê axivîn.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, wan li hev kirine têkîliya di navbera xwe de ji nû ve saz bikin.

Washington û Moskowê bi hevdîtinên li paytext Riyadê ya Erebistana Siûdî rûpeleke nû ya dîplomasîyê vekiribûn.

Ukrayna windakirina axê qebûl dike 

Li aliyê din, çapemeniya Amerîkayê îddia kir ku hikumeta Kîewê windakirina axê qebûl kiriye.

Li gorî nûçeyan, Ukrayna dixwaze windakirina axê bisînor be.

Ukrayna qebûl nak ku herêmên Zaporijya û Kersonê bi temamî ji Rûsyayê re bên hiştin.

Li gorî daneyên Serfermandarîya Ukraynayê, Rûsya ji sedî 75ê herêmên Donetsk, Zaporijya û Kersonê kontrol dike.

Rêveberiya Kîewê vegerandina zarokên ku Rûsyayê birine, pevguhertina hêsîran û garantiyên ewlekariyê yên navneteweyî wekî şert datîne.

——————————————-

Foto: Alên Amerîka û Rûsyayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …