Xweseriya Bangsamoroyê di xetereyê de ye

 

 

Li Filîpînê pêvajoya aştiyê û xweseriya Bangsamoroyê di demeke aloz re derbas dibe. Piştî pevçûna di navbera serhildêr û polêsan de, derdorên neteweperest ên civaka Filîpînê ji bo sekinandina planên xweseriya Bangsamoroyê ketin nava hewldanan.

Piştî ku di 25’ê Çileyê de li girava Mîndanaoyê di navbera hêzên Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) û hêzên polês ên girêdayê hikumetê pevçûnek qewimî û 44 polês û 18 serhildêr hatin kuştin, li Fîlîpînê meşên ji bo protestokirina pêvajoya aştiyê û îstifakirina Serok Benigno Aquino III hatin lidarxistin. Di heman demê de Senato û Parlamentoya Fîlîpînê jî xebatên xwe yên li ser herêma xweser a Bangsamoroyê dan sekinandin. Li aliyekî din, komeke parêzer dan xuyakirin ku ew ê ji îro û pê ve destekê nedin Qanûna Bingehîn a Bangsamoroyê ku ji bo xweseriya herêma nû çarçoveyeke hiqûqî pêk tîne.

Lê Aquino van daxwazên neteweperest red kir desteka xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê carekê din dûbare kir. Aquino di 29’emîn salvegera hilweşandina dîktatoriyê de axaftinekê kir û got ku divê welat firsenda aştiyê ji dest bernede.

Şerê di navbera MILF’ê û Fîlîpînê de 45 sal dom kir û ligel kuştina 120,000 kesan, 2 milyon mirov mecbûr man ku cî û warên xwe terk bikin. Di Adara 2014’an de her aliyên şer peymana aştiyê ku dawî li vî şerî anî îmze kiribûn. Di çarçoveya peymanê de hikumet qebûl kiribû ku di berdêla çekberdana MILF’ê de herêmeke xweser li Mîndanaoyê damezrîne.

Çavkanî: Nationali.info, Reuters com

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …