Lîderê dînî Alî Xameney jî bi daxuyanîyekê qala “neteweya îranî” kir û peyama berxwedanê da.
Xameney di axaftina xwe ya di televîzyonê de got “Neteweya Îranê teslîm nabe” û gef li Amerîkayê xwar.
Rejîma Îranê ya bi tirsa hilweşînê re rû bi rû ye hewl dide temenê xwe dirêj bike.
Tehrana xwedî rejîma dînperest ji bo vê nasnameya îranî derdixe pêş.
Hemû rêveberên rejîmê bi rêya retorîka welatparêzîyê dixwazin kapasîteya berxwedanê xurt bikin.
Lîderê dînî Alî Xameney jî bi daxuyanîyekê qala “neteweya îranî” kir û peyama berxwedanê da.
Xameney di axaftina xwe ya di televîzyonê de ku berê hatibû qeydkirin got “Neteweya Îranê teslîm nabe” û wiha gef li Amerîkayê xwar:
“Amerîkî divê bizanibin, tevlîbûna Amerîkayê ya leşkerî bê guman wê bibe sebeba zirareke mezin ji bo wan.”
Serokê Amerîkayê Trump çend roj berê bang li Îranê kiribû “bêşertûmerc teslîm bibe.”
Herwiha, Trump gotibû, Amerîka dizana Xamaney li ku derê xwe veşartî ye û niyeta Amerîkayê tune ye wî niha bikuje.
Hêjayî gotinêye, Alî Xamaneyê 86 salî piştî êrişa Îsraîlê cara duyemîn e bang li raya giştî dike.
Xamaney lîderê dînî yê Îranê ye û li gorî Destûra Bingehîn a Îranê dikare di hemû meseleyan de gotina dawî bêje.
Infowelat
—————————————————-
Foto: Alî Xamaney