Li gorî Rapora Zayendî ya UNESCO’yê ya ji Roja Navneteweyî ya Zarokên Keç ji nêvî kêmtir welatên cîhanê karibûne di perwerdeya seretayî û navîn de rêjeya zayendî ya dihat daxwazkirin pêk bînin.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara welatên ku rêjêya zayendî ya di perwerdeyê de bilind kirine ji sala 2000’î û heta niha ji 36’an derketiye 62’an. Li aliyekî din, rapor eşkere kir ku digel ku di 15 salên dawî de hejmara keçên naçin dibistanê 52 milyon kêm bûye, hîn 62 milyon keç nikarin mafê xwe yê dibistanê bi kar bînin.
Li gorî astên perwerdeyê rewşa wekheviya zayendî wiha ye:
Perwerdeya Seretayî: Hîn gelek problem li ser riya perwerdeya keçan hene. Hema hema nîvê keçên li derveyê perwerdeyê mane heta niha dibistan nedîtine. Hejmara van keçan 15 milyonî ye.
Perwerdeya Navîn: Cûdahiya di wekheviya zayendî ya di vê astê de êdî kêm dibe lê dîsa jî rêje hîn bilind e. Di 2012’an de li 19 welatên cîhanê beranberê her 100 kurên xwendekar 90 keçên xwendekar hebûne. Newekhevîtî li welatên ereb û yên Sahraya jêr a Afrîkayê pir zêde ye.
Perwerdeya lîseyê (bilind): Kur di vê astê de ji keçan zêdetir dest ji dibistanê berdidin. Li welatên OECD’yê ji % 73’yê keçan û ji % 63’kuran perwerdeya vê astê bi dawî dikin.
Xwendin û nivîsandin: Newekhevîtiya zayendî kêm dibe. Lê rêjeya newekhevîtiyê ya li Sahraya Jêr a Afrîkayê pir bilind e. Bi taybetî xwendin û nivîsandin di nava jinan de pir zêdeye: ji sêyan duyên kesên gihîştî ku xwendin û nivîsandinê nizanin jin in.
Pêşniyazên raporê:
- Divê perwerde bê pere be.
- Divê mijara zayendî di hemû siyaset û plankirina perwerdeyê de bê bicîkirin.
- Pêdivî bi guherîna qanûnan û mobîlîlzasyona civakê heye.
- Bi armanca pêşîlêgirtina şîdeta zayendî ya li dibistanan divê hikumet, rêxistinên navneteweyî û saziyên perwerdeyê bi hev re bixebitin.
Rewşa Tirkiyeyê
Rapor cî da kampanyaya perwerdeya keçan a li Tirkiyeyê û hat diyarkirin ku “digel asta bilindbûyî ya perwerdeya keçan a ku ji aliyê vê kampanyayê dihat destekirin, helwestên ji bo wekheviya zayendî bi berfirehî pêşneketiye.”
Di derbarê mafê jinê de wiha hat gotin: Mafên jinê di destûra bingehîn a Tirkiyeyê û qanûna cezayê de bi awayekî tam nayê parastin. Şîdeta lokal a bilind a li dijî jinê hîn dom dike û beşdariya jinê ya di qada siyasî û bazara kedê de kêm e.
Di warê beşdariya dînamîkên deverî ya ji bo kampanyaya perwerdeya keçan de jî rexne li Tirkiyeyê hat kirin hat gotin ku “ji ber strûktûra hiyerarşîk a sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê di vî warî de serfirazî kêm bûye.”
Înfowelat