FBI bi ser mala Trump de girt

Amerîka biserdegirtina vîllaya serokê berê Donald Trump nîqaş dike

Lêgerîna polêsan a vîllayê de dijberiya di navbera Komarger û Demokratan de mezintir dike.

Siyaseta Komarger beriya hilbijartina serokatiyê, li ser planên tolhildanê difikire

Endamên îstixbarata navxweyî ya Amerîkayê FBI, roja duşemê bi ser vîllaya Trump a li Florîdayê de girtin.

Hejmarake zêde polês û ajanên girêdayî îstixbaratê di vîllayê de dest bi lêgerîneke berfireh kirin.

Armanca FBIyê di nava vê koşkê de dîtina belgeyên dewletê de bû.

Gumana FBIyê ew e, Trump di dema serokatiya xwe de hin belgeyên dewletê di koşka xwe de veşarti be.

Lêbelê serdegirtina vîllayê di cîh de bandorê li siyaseta Amerîkayê kir û rastî reaksiyonên Partiya Komarger hat.

Reaksiyona Komargeran

Lîderê kêmara Komarger ê Meclîsa Nûneran Kevin McCarty bi daxuyaniyekê gef li Wezareta Edaletê ya Amerîkayê xwar.

Tê gotin. piştî serdagirtinê, Trump dikare beriya hilbijartinan namzetiya xwe zû ragihîne.

Nûnerê Komargeran îdîa kir, Wezareta Edaletê ji aliyê rêvebiriya Bîden ve ji bo armancên polîtîk tê bikaranîn.

Herwiha MacCarty diyar kir, eger sala bê partiya wî li Meclîsa Nûneran piraniyê bi dest bixe wê derbarê wezaretê de vekolînekê bide destpêkirin.

Tê ragihandin, biserdegertina vîllaya Trump dikare bandorê li proseya hilbijartina serokatiyê ya 2024an jî bike.

Li gorî hin şîroveyan, bûyera dawî dikare Trump têxe nava hereketê û bibe sebeb, beriya hilbijartina qonaxa navîn a Mijdarê, namzetiya xwe ya ji bo serokatiyê îlan bike.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …