Donald Trump ji Ukraynayê re got, “divê we dest bi şer nekiriba.”
Wateya van gotinan ev e, divê Ukrayna şertên Moskowê qebûl kiriba.
Trump helwesta xwe ya li hember nerazîbûnên Ukraynayê hişktir dike.
Lîderê Amerîkayê bersiveke tund da gazinên Zelenky ên derbarê hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê de.
Donald Trump got, “divê we dest bi şer nekiriba.”
Trump di 18ê sibatê de di daxuyanîya xwe ya li havîngeha xwe ya Mar-a-Lagoyê wiha axivî:
“Min îro bihîst, ew dibêjin em nehatine vexwendin. Baş e, sê sal in hûn li ku ne? Divê hûn di nava sê salan de şer bidawî kiribana. Divê we şer nedana destpêkirin.”
Trump wiha dirêjahî da gotinên xwe:
“Muzakerevaneke ne baş jî dikarîbû bêyî windakirina ewqas erd û jîyana mirovan, vê meseleyê çareser kiriba.”
Bi van gotinan, Ukraynayê bi destpêkirina şerê bi Rûsyayê re sûcdar kir.
Bi gotineke din, Trump dibêje, divê Ukrayna şertên Moskowê yên berîya şer hatibûn dîyarkirin, qebûl kiriba.
Trump hevdîtina Amerîka-Rûsyayê ku li Riyadê hat lidarxistin, parast û civîna Rubio û Lavrow wekî “şenseke baş” a ji bo bidawîkirina şer pênase kir.
Berîya vê daxuyanîya Trump, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky gotibû, heta ew tevlî hevdîtinan nebin wê Ukrayna daxwazên Rûsyayê yên ji bo aştîyê qebûl neke.
Infowelat
———————————————–
Foto: Donald Trump