Hevdîtîna Amerîka û Rûsyayê ya li Riyadê di qada dîplomasîya cîhanê bû wekî erdhejê.
Polîtîkaya îzolasyonê ya Amerîkayê li dijî Rûsyayê bi dawî bû.
Washington hesabê Ewrûpa û Ukraynayê nekir û pozîsyona her du alîyan şikestin xwar.
Amerîka û Rûsya ji bo meseleya Ukraynayê li Riyadê li hev rûniştin.
Ev bûyer qada dîplomasîya cîhanê de bandoreke wekî erdhejê pêk anî.
Ji ber ku Amerîka di salên dawî de polîtîkaya îzolasyonê li hemberê Rûsyayê dimeşand.
Rêveberîya Biden û hevalbendên wê yê ewrûpî li hember Moskowê ambargoyên giran xistibûn merîyetê.
Yek ji encamên vê hevdîtinê jî bidawîkirina rola navbeynkariya potansiyel a Tirkîyeyê bû.
Washington ji bo hevdîtina bi Moskowê re Erebistana Siûdî tercîh kir û xwezîya Tirkîyeyê di gewrîya wê de hişt.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, şêwirmendê ewlekarîyê Mike Waltz û nûnerê taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff Amerîkayê temsîl kirin.
Li alîyê din ê maseyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Sergey Lavrov û Sefîrê Rûsyayê yê Amerîkayê yê berê Yuri Ushakov hebûn.
Wekî dihat payîn, daxuyanîyên derbarê naveroka vê hevdîtina di asta bilind de erênî bûn.
Alîyan ragihand, wan li ser kûrkirina muzakereyên aştîya Ukraynayê li hev kirine.
Marco Rubio da zanîn, wêê her du alî derfetên aborîyê yên bi sekinandina şer derkevin holê, bi kar bînin.
Lavrov di axaftina xwe de, îhtimala bicîkirina hêzên NATOyê wekî hêzên aştîyê li Ukraynayê red kir.
YE û Ukrayna nehatin vexwendin
Hevdîtina DYA-Amerîkayê ji bo pozîsyona Yekitîya Ewrûpa û Ukraynayê bê derbeyeke giran.
Herdu alî digel daxwazên wan, ji bo hevdîtinan nehatin vexwendin.
Herçiqas Marc Rubio got, berîya hevdîtinan Amerîka bi Ewrûpa û Ukraynayê re şêwirîye jî, qîmeta vê ji bo her du alîyan tune ye.
Ji lew re YE û Ukraynay dixwazin di rasterast di muzakeran de cî bigirin.
Moskow ji mêj ve ye dida zanîn, eger şertên wê bên pêkanîn wê aştîyê qebûl bike.
Şertên ewil ê Moskowê ev e, divê Ukrayna xwedî statuyeke bêalî be û nebe endamê NATOyê.
Infowelat
—————————————
Foto: Civîna Rîyadê ya di navbear DYA-Rûsyayê de