A.Rahman Çelîk
Konseya Ewrûpayê bertek nîşanî desteserkirina Beledîya Wanê da.
Konseyê got, heta niha 10 şaredar ji wezîfeyê hatine daxistin û dengên nêzîkî 4 milyon hilbijêran berhewa çû ne.
Konseya Ewrûpayê ji bo desteserkirina Beledîya Wanê û ji wezîfeyê daxistina Şaredarê Wanê Abdullah daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî ji aliyê hev-raportorên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecîhî ya Konseyê David Eray û Bryony Rudkin ve hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku jiwezîfeyê daxistina Abdullah Zeydan, li şûna wî tayinkirina qeyûm “fikaran zêde dike” û “vê gava li dijî demokrasiyê nikare bê paşguhkirin.”
Enqere di salvegera komploya navneteweyî ya 15yê sibatê de Abdullah Zeydan ji wezîfeyê daxistibû û li şûna wî waliyê Wanê Ozan Balci wekî qeyûm tayin kiribû.
4 mîlyon hilbijêr
Konseya Ewrûpayê di daxuyaniya xwe de got: “Vê gava nû ya li dijî wî hatiye avêtin, xeleka dawîn a zincîra nerewakirineke bi qestî û bi hesab e.”
Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Niştecihî anî bîrê ku wan jî di hilbijartina 2024an de çavdêrî kirine.
Hat ragihandin, ji hilbijartinê û vir ve 10 şaredar ji wezîfeyê hatine daxistin û dengên nêzî 4 milyon hilbijêran berhewa çû ne.
“Binpêkirina têgehên Konseyê”
Konseyê da zanîn, dewletê dixwaze gelek şaredarên mixalif bişînin mehkemeyan û bi dozên îftirayê cezayên dirêj bidin wan.
Daxuyaniya Kongreyê dibêje, şandina qeyûman a li şûna partiyên mixalefetê yên bi awayê demokratîk hatine hilbijartin, “li dijî têgehên Kongreyê û Komîsyona Venedîkê ne û zirarû dide xwezahiya demokrasîyê.
Di dawîya daxuyanîyê de bang li Tirkîyeyê tê kirin, bila polîtîka şandina qeyûman êdî bi dawî bike û şaredaran dîsa li wezîfeyên wan vegerînin.
Foto: Ala Konseya Ewrûpayê/Wikipedia