Trump: Ez ê koçberan veder bikim

Trump di axaftina xwe ya di mîtînga berîya serokatîya xwe  de sozên dabû dûbare kir.

Trump dîyar kir, ew ê pêla koçberan bisekinîne û koçberan ji Amerîkayê veder bike.

Cîhan îro li benda merasîma sondxwarinê ya Donald Trump e.

Trumpê di hilbijartinê de ket pêşîya Kamala Harrisê wê bi fermî bibe Serokê Amerîkayê.

Lîderê amerîkî yê herî nîqaşbar ê di dîroka vî welatî de, duh li Washintonê axaftinekê kir.

Trump di axaftina xwe ya di mîtînga berîya serokatîya xwe  de sozên dabû dûbare kir.

Trump got, ew ê hemû krîzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rûbirû maye, çareser bike.

Di mîtîngê de soza Trump a herî zêde derket pêş, vederkirina koçberan bû.

Trump dîyar kir, ew ê pêla koçberan bisekinîne û koçberan ji Amerîkayê veder bike.

Trump îdîa kir wê di roja yekemîn de dest bi karê vederkirina koçberan bike.

Sozên Trump

Li gorî lîderê amerîkî, wê di hefteya yekemîn û 100 rojên ewil ên rêveberîya wî de  gelek sozên xwe yên din pêk bîne.

Hin sozên Trump dabûn ev in:

  • Bidawîkirina şerê li Ukraynayê
  • Betalkirina biryarên ji bo parastina xwezayê
  • Efûkirina kesên êriş birine ser Capitola Amerîkayê
  • Betalkirina mafên LGBTyiyan
  • Zêdekirina tarîfeyên bazirganîyê li ser berhemên ji derve tên kirîn

Infowelat

——————————————–

Foto: Donald Trump/X

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …