Li cîhanê dewlemend zêdetir dewlemend dibin û xizan jî wekî berê xizan dimînin.
Oxfamê diyar kir, di 2024an de hebûna dewlemendên xwedî milyaran gihîşt 2 trîlyon dolarî.
Dewlemendên cîhanê her ku diçe hebûna xwe ya aborî zêdetir dikin.
Oxfamê diyar kir, di 2024an de hebûna dewlemendên xwedî milyaran gihîşt 2 trîlyon dolarî.
Oxfam di rapora xwe de nîşan dide, dewlemend ji sala 2023an sê caran bileztir hebûna xwe zêde dikin.
Pereyê dewlemandan rojane 5.7 milyar dolar zêde dibe.
Ku rewş wiha berdewam bike wê di navbera 10 salan de li cîhanê 5 kesên xwedî trilyon hebin.
Raporê nîşan dide, kesên dibin xwedî milyar dolaran, herî zêde bi rêya borsayê hebûna xwe zêde dikin.
Xizanên cîhanê
Di vê navberê de, hejmara kesên ku di bin xeta Xizanîyê ya Cîhanê (6.85 dolar) de dijîn jî wekî berê dom dike.
Hejmara van kesan 3.6 mîlyare ku dike bi qasî ji % 44 nifûsa cîhanê.
Xeta Xizanîya Dijwar a Cîhanê jî (2.15 dolar e).

Kesên herî dewlemend ên cîhanê
Li gorî raporê, hebûna Jeff Bezos 219.4 milyar dolare.
Çavkanî nîşan didin Elon Musk xwedç 434 mîlyar dolarî ye.
Şîrketa Amazonê ya Bezos li Almanya, Fransa, Brîtanya û Îspanyayê xwedî ji % 70 yê kirînên online e.
Kovara Forbes Elon Musk, Mark Zuckerberg, Larry Ellison û Bernard Arnault kesên herî dewlemend ên cîhanê nîşan dide.
Infowelat
———————————–
Fotoyê sereke: Komeke pereyên hûr/X