Cavalli: Garantî tune be çekberdan nabe

Prof. Franco Cavalli got, dewlet dixwaze bê rêya çekdanînê têkoşîna kurdan lawaz bike.

Li gorî Cavalli, li cîhanê hin mînakên çekberdanê hene ku sozên hatine dayîn nehatine pêkanîn.

Zanyarê Swîsreyî yê Prof. Franco Cavalli kurdan hişyar kir û got “Ti wateya banga çekdanînê tine ye.”

Cavalli di meseleya hevdîtinên dawî ku Abdullah Ocalan tê de aktorê sereke ye, pirsên rojnamevan Serkan Demîrel bersivand.

Zanyar, sîyasetmedar û parazvanên mafên mirovan Cavalli derbarê helwesta Tirkîyeyê de wiha axivî:

Lîstikeke lawazkirina berxwedanê

Prof. Cavalli anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk ew nîqaşên li ser çareseriyê fêhm nake û got:

“Dewleta Tirk ji aliyekî ve li dijî Rojava ji her demê bêhtir helwesteke tund nîşan dide û derfetê nade ku Ocalan bi rengekî azad tevbigere û biaxive. Li aliyê din jî nîqaşên bi vî rengî yên gelekî biçûk li ser çareseriyê têne kirin. Dema ku mirov vê helwesta dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, difikirin ku bûyerên diqewimin mîna şanoyekê ye.”

Zanyarî swîsreyî mexseda dewletê bi van gotinan şîrove kir:

“Bi dîtina min bûyerên ku diqewimin xwepêşandaneke dewleta Tirk e ku dixwaze piştgiriya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê Kurd û demokrasiya li Rojava lawaz bike. Bi rêya vê şanoyê dixwazin vê peyamê bidin:’Binihêrin em di nava xwe de nîqaş dikin, em ewqasî jî nebaş nînin’. Ev şîroveya min e û baş pê nizanim bê rast e yan na, ji ber ku li ber destê me gelek agahiyên kêm hene. Nêrîna min ew e ku ev rewş lîstikek ji bo lawazkirina berxwedana kurdan û piştgiriya raya giştî ya pêşverû ya li cîhana Rojava ya ji bo têkoşîna gelê kurd e.”

Garantîya ji bo çekberdanê tune ye

Prof. Cavalli bi van gotinan xetereya çekberdanê îzeh kir:

“Sermeselê eger min îro bikarîbûya li ser navê şervanên kuırd biryarek dabûna, min ê bigota ti garantiya serketina vê pêvajoyê nîne û di rewşeke bi vî rengî de nîqaşên li ser destberdana ji çekan bêwate ye. Ji ber ku ti garantiyeke ku dewletê daye nîne.”

Mînakên ji cîhanê

Zanyar Cavalli ji bo watedarkirina gotinên xwe jî van mînakên balkêş ji cîhanê dan:

“Gelek mînak li cîhanê hene ku di berdêla destberdana ji çekan soza demokrasiyê ji şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî re hatine dayin. Mînak, weke ku li Amerîkaya Navîn û herêmên din ên cîhanê qewimî; her wiha di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hemû şervanên ku li dijî faşîzma Nazî şer kiribûn, difikirîn ku wê li gorî krîterên edaleta civakê guhertin bêne kirin. Lê belê piştî salekê amerîkî bi Şerê Sar hatin û gotin, ‘Em ji ber karê we spasiya we dikin, lê êdî qediya, em êdî bi rê ve dibin’. Yanî çavdêriya min ew e ku niha ji bo Rojava, ji bo Kurdan, ji bo her kesên baweriya xwe bi demokrasiyê heye, garantiyeke cidî nîne ku ev pêvajo wê bi rengekî erênî be. Dema ku ev hemû li ber çavan bêne girtin, eger yê ku biryarê bide ez bûma, min ê bigota, na, em neçar in çekên xwe biparêzin.”

Rola Ocalan

Franco Cavalli binê rola Ocalan a ji bo aştîyê jî xêz kir û derbarê giringîya berdedana Ocalan ji bo aştîyê wiha axivî:

“Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke esasî ye. Mirov vê rolê dikarin bişibînin rola Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr. Berdana Nelson Mandela bû hêmanê esasî ku dawî li dîktatoriya li dijî Efrîkayiyên li Efrîkaya Başûr yanî dawî li rejîma apartheidê bê anîn.”

Infowelat

——————————————-

Foto: Antonio Cavalli/Wikipedia

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …