Donald Trump 1,500 êrişkarên Capitolê efû kirin.
Bi gava nîqaşbar, edaleta Amerîkayê şikestineke giran xwar.
Trumpê duh dest bi kar kir, di roja yekemîn de biryarnameyekê ji bo êrişkarên Qesra Spî îmze kir.
Bi vê biryarnameyê 1,500 kesên êriş biribûn ser Capitolê, hatin efûkirin.
Serokê nû Trump di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê ya di 2024an de soza efûyê dabû alîgirên xwe.
Bi gava nîqaşbar, edaleta Amerîkayê şikestineke giran xwar.
Di dîroka Amerîkayê de cara ewil bûyereke bi vî rengî pêk tê û tevlî vê jî sûcdar tên efûkirin.
Êrişa li hember Capitolê
Êrişa 6ê kanûna paşîn a 2021an de li ser banga Trump alîgirên wî bi ser Capitola Amerîkayê* de girtin.
Du meh berîya vê, Donald Trump di hilbijartinê serokatîyê de têk çûbû.
Nûnerên amerîkî ji bo erêkirina serokatîya Joe Biden 6ê kanûna paşîn de li Capitolê civîyabên.
Trump û alîgirên xwe encamên hilbijartinê qebûl nedikirin û armanca serdagirtinê astengkirina serokatîya Biden bû.
Di dema serdagirtinê de zirareke mezin gihîşt avahîyan û yek jê polis, du kes hatin kuştin.
Di encama midaxaleya hêzên ewlekarîyê û operasyonên paşê hatin lidarxistin de 1,500 kes hatin girtin.
Infowelat
* Capitol: Capitol taxeke li Washingtonê ye ku piranîya avahîyên federal ên Amerîkayê yên wekî Kongre, Qesra Spî, Dadgeha Bilind û Pirtûkxaneya Kongreyê li wir in.
————————————————————
Foto: Dema serdagirtina Capitola li Washingtonê/Wikipedia