Elon Musk silava ku wekî ya faşîstên Nazî tê qebûlkirin, da alîgirên Trump.
Haaretzê ragihand, silava Musk “silava Roma ye, silaveke faşîst e ku piranî bi Alnanyaya Nazî re têkildar e.
Sîyaseta Amerîkayê ji destpêka roja yekemîn a Donald Trump ve serûbin dibe.
Pêlên şoke di kêlîya axaftin û biryarên Trump de belavî her alîyê cîhanê dibin.
Roja serûbinbûna sîyasî vê carê bi kiryareke Elon Musk ket rojeva cîhanê.
Musk di axaftina xwe ya di mîtîngekê de silava ku wekî ya faşîstên Nazî tê qebûlkirin, da alîgirên Trump.
Musk ji alîgirên Trump re ji bo encamên hilbijartinê spas kir û mile xwe yê çepê ber bi jor ve bilind kir.
Muskê ku mirovê herî dewlemend ê cîhanê ye, bi van gotinan pesnê rêveberîya Trump da:
“Wê êdî bajarên me ewle bibin, dawîya dawî ew ê ev pêk were. Ew ê sînorên me ewle bibin, ew ê lêçûyînên me maqûl bibin…”
Almanya silava nazîyan qedexe kirîye
Li alîyekî din, silava Musk da li Amerîka û cîhanê bû sebeba nîqaşan.
Rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê ragihand, silava Musk “silava Roma ye, silaveke faşîst e ku piranî bi Alnanyaya Nazî re têkildar e.
Hêjayî gotinê ye, silava Nazî li Almanyayê qedexe ye û cezayê wê 3 sal in.
Infowelat
————————————
Foto: Elon Musk dema silava nazîyan dide/X