A.Rahman Çelîk
Peymana agirbestê ya Îsraîl û Hamasê roja yekşemê ket meriyetê.
Hamasê 3 rehîneyên jin û Îsraîlê jî 90 girtiyên filistînî serbes berdan.
Li pêyî ragihandina agirbestê, bi hezaran filistîniyên xwe spartibûn başûrê Xezayê, ber bi bakur ve bi rê ketin.
Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de, li pêyî 3 saetên derengxistinê roja yekşemê dest pê kir.
Îsraîl û Hamasê li ser navên wê di qonaxa ewil de serbest werin berdan li hev nedikirin.
Sê rehîneyên jin ên Hamasê ku radestî Xaça Sor hat kirin, gihîştîn Îsraîlê.
Jinên ku Hamasê 471 roj in rehîne digirtin, piştî kontrola tendurustiyê, malbatên xwe hembêz kirin.
Li beramberê vê, 90 girtiyên filîstînî jî ji girtîgehan serbest hatin berdan.
Girtiyên serbest hatin berdan, 69 jê jin û 21 jê jî xortên Filîstînî ne.
Tê gotin, Îsraîlê piraniya wan di demên dawîn de binçav kirine, hîna nehatine darizandin û mehkûm nebûne.
Li gorî peymanê, Îsraîlê di qonaxa ewil de wê hezar û 9 sed girtiyan û Hamas jî wê 33 rehîneyan serbest berdin.
Îsraîl destûrê nade hin mehkûmên payebilind ên filistînî wê serbest werin berdan.
Van kesan Tirkiye jî di nav de, wê bişînin welatên din.
Agirbest û êriş
Di qonaxa ewil de, tê payîn ku Îsraîl wê leşkerên xwe ji hin herêman vekişîne.
Li pêyî ragihandina agirbestê, bi hezaran filîstîniyên xwe spartibûn başûrê Xezayê, ber bi bakur ve bi rê ketin.
Îsraîlê heta piştî saeta agirbest hat ragihandin jî êrîşên xwe dewam kirin.
Di êrîşên hewayî de herî kêm 10 filîstîniyên din hatin kuştin.
Li aliyê din, pergala tendurustiyê ya Xezayê di encama êrîşên Îsraîlê de, yekser xera bûye.
Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê li pêyî ragihandina agirbestê, diyar kir ku ew amade ne alîkariya Xezayê bikin.
Peyman dawî li şer anî
Îsraîl û Hamasê hefteya borî li ser peymaneke aştîyê ku wê dawî li alozîya li Xezayê bîne li hev kiribûn.
Peyman bi saya navbeynkarîya Amerîka, Misir û Qeterê ve pêk hatîbû.
Paşê derketibû holê, Trump ji bo aştîyê zextan li Netanyahu kirîye û ew jî neçar maye peymanê îmze bike.
Şerê Îsraîl-Hamasê di 2023an de bi êrişa Hamasê a bi ser şahîyeke sivîlan û wargehên Îsraîlê ve dest pê kir.
Hamasê 1200 sivîl kuştin, 250 ji wan dîl girtin.
Îsrailê jî 15 mehan Xezayê bi giranî bomberan kir û bê sebeba mirina nêzîkî 47,000 filistînîyan.
——————————————-
Foto: Sivîlên filistîni di nav xirbeyên Xezayê de/X