Li Skotlandê mafên ziman û edaleta civakî hat nîqaşkirin

Li paytexta Skotland Edînbûrgê bernameyek li ser mafên ziman hat lidarxistin.

5 axêverên zimanê kurdî, baskî, swêdî, galî û galikiya skotlandê û parazvanên ziman ên Edînbûrgê  beşdarî bernameyê bûn.  

Beşdaran di axaftinên xwe de balê kişandin ser mafê ziman û edaleta civakî û diyar kirin heta li ziman nikaribe bibe zimanê civaka xwe, mirov nikare qala edaleta civakî bike.

Piştî bernameyê, beşdara li ser navê galikiya Skotlandê parazvamna ziman Rona NicDhukjhaill ji bernameya BBC’yê ya bi galîkî re axivî.

Nîkdûkhaîl got wan di vê bernameyê de di derbarê zimanên li kêmar ên li Welatê Bask, kurdiya li Kurdistan, galîkiya li Skotlandû, swêdiya li Fînlandiyayê û galiya li welatê Gal a li Brîtanyayê axivîne. 

Parazvana ziman a jin got ew bi riya miqayesekirina rewşa zimanan dixwazin xemsariya di warê parastina zimanên di xetereyê de hilweşînin û hişmendiyeke berxwedana zimanî serdest bikin.

Parazvana ziman diyar kir, wan bi mebesta parastina galîkiya skotlandê tevgereke ziman damezrandine û ew ê di Gulanê de yekemîn konferansa xwe ya neteweyî li giravan Skyê li dar bixin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …