Chomsky: Li cîhanê xetereya herî mezin Trump e

Tiştê ku divê di 2020’an de pêk were pir eşkere ye. Divê armanca me ya yekemîn, jiholêrakirina xerabiyê be. Belkî Trump careke din bê hilbijartin. Ew têk jî biçe, dibe ku dest deyne ser desthilatdariya amerîkî.

Kurtedemek berê, pirtûka Noam Chomksy a bi navê “Enternasyonalîzm an Qirbûn” hat weşandin.

Chomsky di vê pirtûkê de bi giranî li ser xetereya çekên nukleer û germbûna avhewayê disekine.

Nivîskar dide zanîn, eger li ser van her du mijaran sîstema cîhanê li hev neke, wê paşeroja mirovahiyê di xetereyê de be.

Televîzyona dîjîtal a alternatîf The Real News jî, bi minasebeta weşandina vê pirtûkê, bi Chomsky re hevpeyvînekê kir.

Chomsky di hevpeyvînê de rêvebiriya Tramp dişîbîne destpêka rêvebiriya Nazî ya li Alman a berî 90 salan û dibêje:

Axaftinên hilbijartinê yên Trump, yên li Almanyaya 1930’an pêvajoya belavbûna faşîzmê tînin bîra min. Aliyên wan ên dişibin hev girêdana kûr a girseyan a bi lîderan re û teknîkên manîpulasyonê ne.

Li gorî Chomsky, bi derewan heqîqetê lawaz dikin û li şûna heqîqetê de lîderê mezin dertînin pêş.

Zimanzan û fîlozofê navdar, li ser koronayê jî dibêje, di 10 an 15 salên dawî de dihat texmînkirin ku wê krîza koronayê biqewime. Lê belê hukumetan ji bo pêşîlêgirtinê tu gav nediavêtin.

Chomsky bi bîr dixe ku herî dawî di kanûna 2019’an de Çînê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyar kir ku koronayeke nû peyde bûye. Ev agahî, li hemû cîhanê belav bû, lê rêvebiriya Trump guh nedayê û gavên pêwîst navêtin.

Rexnegirê sîstema kapîtalîst Chomsky, vê helwesta Trump wiha şîrove dike:

Li şûna tedbîran, Trump bernameya xwe ya hilweşandina sîstema tenduristiyê domand. Bi butçeya nû, pereyekî mezin ji artêşê re veqetand. Wî hema bêje çi tiştê ku bi kêrî civaka amerîkî dihat,  ji holê hat rakir.

Li ser vekişandina Amerîkayê ji peymana avhewayê jî Chomsky polîtîkaya Trump  wiha rexne dike:

Aliyê rûs ev demek e bang li Amerîkayê dike, Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk dirêj bikin. Ev peymana mezin a herî dawî ye ku hîn nehatiye betalkirin. Lê Amerîka bersivê nade vê bangê. Her ku diçe dereng dibe û dema muzakereyan namîne. Ji ber ku di ajanda rêveberiya amerîkî de, her tiştê dikare zirarê bide mirovahiyê û şaristaniya cîhanê heye.

Di dawiya hevpeyvînê de, Chomsky vê hişyariyê dike:

Tiştê ku divê di 2020’an de pêk were pir eşkere ye. Divê armanca me ya yekemîn, jiholêrakirina xerabiyê be. Belkî Trump careke din bê hilbijartin. Ew têk jî biçe, dibe ku dest deyne ser desthilatdariya amerîkî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …