SPD li Brandenburgê bi ser ket

Duh ji bo nûkirina parlamentoya herêmî li eyaleta Brandenburgê hilbijartin hat lidarxistin.

Partîya Sosyal-Demokrat  (SPD) Scholz bi ferqeke biçûk ket pêşîya Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD).

Encama dengdanê bêhna serokwezîrê Almanyayê  Olaf Scholz fireh kir.

Almanya hilbijartineke krîtîk a li rojhilat li dûv xwe hişt.

Duh ji bo nûkirina parlamentoya herêmî li eyaleta Brandenburgê hilbijartin hat lidarxistin.

Partîya Sosyal-Demokrat  (SPD) a serokwezîr Olaf Scholz bi ferqeke biçûk ket pêşîya Alternatîfa ji bo Almanyayê (AfD).

SPD ji % 31.1, AfD ji % 29.9 û Yekîtiya Demokrat a Xristiyan (CDU) ji % 12yê dengan girtin.

Encama dengdanê bêhna serowezîrê Almanyayê fireh kir.

Tirs ev bû, AfDya nîjadperest wê li Brandenburgê bibe hêza sîyasî ya yekemîn.

Berîya Brandenburgê, li eyaletên Thuringen û Saksonya ya li rojhilatê Almanyayê hilbijartin hatibûn lidarxistin.

SPD li Thuringênê ji % 6,2 û li Saksonyayê ji % 7,6ê dengan wergirtibû û ev jî bûbû zengilê alarmê ji bo vê partîyê.

Tevî vê jî, ji niha ve ne dîyare ka SPD wê bikaribe rêveberîya xwe ya li Brandenburgê bidomîne.

Hikumeta Brandenburgê ya heyî ji SPD, CDU û partîya Keskan pêk tê.

Dengên keskan ên di dengdana dawî de li derdora ji % 5 e.

Ku vê partîyê di bin ji % 5an deng werbigire wê nikaribe têkeve parlamentoyê.

Ev ê jî rê li tevgera Sahra Wagenknecht çepgir a ji bo beşdarîya koalîsyonê veke.

Encamên hilbijartina Brandenburgê

Ku der e Brandenburg?

Brandenburg eyaleteke li rojhilata Almanyayê ku berîya 1990an parçekeye Komara Demokratîk a Almanyayê (DDR) bû.

Berfirehbûna erdên eyaletê 29,480.24 km û nifûsa wê 2,500,00 e.

Paytexta eyaletê Postdam e û Cootbus, Brandenburg an der Havel bajarên mezin ên Brandenburgê ne.

Tevî nifûsa xwe ya biçûk Brandenburg 88.800 milyar euro Hilberîna Nesafî ya Navmalî pêk tîne.

Dahata salane ya serê mirovî li Brandeburgê €34,610 e.

——————————————

Foto: Postereke li ser hilbijartinê hatîye çêkirin ku zemîna wê ala Brandenburgê ye 

Infowelat

Serkeftina polîtîk a nîjadperestên li Almanyayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …