Dîplomasiya Ewrûpayê li Kosovayê têk çû

Du welatên cîran Sirbistan û Kosova bi israr dijberiya li hemberî hev didomînin.

Yekitiya Ewrûpayê ji bo çareserkirina krîza dawî, lîderên her du welatan Brukselê anî beranberê hev.

Bi vî awayî, serokê Sirbistanê Alexander Vucic û serokwezîrê Kosovayê Albin Kurtî cara ewil rû bi rû rûniştin.

Civîn bi navbeynkariya Nûnerê Bilind ê Karên Derve yên Yekitiya Ewrûpayê Josep Borrel pêk hat.

Borrell rûtirş bû

Lêbelê ev civîna ku çavên herkesî li ser bû, bêyî ku tu encam jê derkeve bi dawî bû.

Josep Borelê ku destvala ji civînê derket, bi rûyekî tirş derket pêşberî çapemeniyê.

Borrel bi gotinên zelal li têkçûna dîplomasiyê mukur hat.

Borrel got, “ev civîn ji bo kontrolkirina krîzê gelek girîng bû lê mixabin tu encamekî bi xwe re nanî.”

Piştî van gotinan, Borel diyar kir wê prosesa hevdîtinan bidome û bi vê jî xwest deriyê ji bo çareseriyê vekirî bimîne.

Paşxaneya aloziyê

Rengê grî: Li Kosovayê deverên kêmara sirb lê dijîn. Hejmara sirbên li vê welatî li derdora 140 hezarî ye.

Aloziya di navbera Sirbistan û Kosovayê de ji ber biryara Kosovayê ya derbarê plaqeyên trafîkê û nasnameyên welatiyên sirb dest kiribû.

Kosova li kêmara sirb ferz kiribû ku plaqeyên trafîkê û nasnameyên Sirbistanê bi kar neynin.

Kêmara sirb a li bakurê Kosovayê, li hember vê biryarê serî rakiribû û riyên li herêmê bi barîkatan ji hatûçûnê re girtibûn.

Paşê, ji bo pêşîgirtina pevçûneke leşkerî ya di navbera Sirbistan û Kosovayê de NATO ketibû nava hereketê û li ser sînorên herdu welatan tedbîr girtibûn.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …