Vatîkanê Kardînal Robert Francis Prevost wekî papayê nû yê cîhana katolîkan hilbijart.
Ragihandina hilbijartina papayê nû bi dixana spî hat ragihandin.
Bi vê hilbijartinê, yekem car e kesek ji Amerîkayê dibe papa.
Vatîkanê di 3. dengdana xwe de Kardînal Robert Francis Prevost wekî papayê nû hilbijart.
Ragihandina hilbijartina papayê nû bi dixana spî ya ji Şapêla dengdan hat lidarxistin, bilind bû.
Papa Robert Francis Prevostê 69 salî, piştî hilbijartinê navê Leoyê 14. li xwe kir.
Prevost di sala 1955an de vli bajarê Chicago yê Amerîkayê hatiye dinyayê.
Bi vê hilbijartinê, di dîrokê de yekem car e kesek ji Amerîkayê wekî papa tê hilbijartin.
Koka malbata papa digihîje Fransa, Îtalya Îspanyayê.
Ji ber sedema ku salên dirêj lê xebat kiriye, di heman katê de hemwelatê Peruyê ye jî.
Heta niha, ji ber sedema hêza wê ya jeopolîtîk, kesek ji Amerîkayê wekî papa nehatiye hilbijartin.
Infowelat
—————————————————
Foto: Papa Robert Francis Prevost